Banga tevlêbûna Nobeta Wicdan û Edaletê ya Parka Yogurtçu 2017-07-29 12:24:18 STENBOL – Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê ji bo Nobeta Wîcdan û Edaletê ku di 1'ê Tebaxê de li Parka Yogurtçu dest pê bike banga tevlêbûnê kirin. Hevserokên HDP'ê xwestin bi hevre daxwazên xwe biqîrin û govendê bigerînin. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Parka Ekîn Ceren a Amedê daye destpêkirin di roja 5'an de berdewam dike. Nobeta Wîcdan û Edaletê di 1'ê Tebaxê de jî li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê dest pê dike. Nobeta li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê dê bi tevlêbûna 12 wekilên HDP'ê saet di 12.30'an de dest pê bike. Nobet dê 6 rojan berdewam bike. Beriya Nobetê Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Esengul Demîr û Cengiz Çiçek banga tevlêbûnê kirin. DÊ HER KES DENGÊ XWE LI VIR BILIND BIKE Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir, diyar kir ku pêngava duyemîn a çalakiya Amedê li Stenbolê dest pê dikin û wiha got: "Ji bo tevlêbûna nobetê xurt pêk bê em bi nûnerên saziyên sivîl û civakî re hevdîtinan pêk tînin. Em nerîn û fikên wan distînin. Têkildarî nobetê me masa krîzê ava kiriye. Em her roj li dora masa krîzê kom dibin. Em rojane plan û nirxandinan dikin. Dê nobet 6 rojan berdewam bike. Dê her roj ji ber beşên civakê bên li vir ziyaret bikin û dengê xwe bilind bikin. Dê daxwazên xwe bînin ziman. Her rojê dê mijarek bê hiqaşkirin. Her rojê kesên cuda dê bên. Hiqûqnas, hunermend, alîgirên sporê, jin, mexdûrên KHK'ê u hemû kesên mexdûr bûne dê bên li vir denge xwe bilind bikin. DÊ BÎRANÎNA ŞENGALÊ LI VIR BÊ KIRIN Demîr, anî ziman ku dê bi minasebeta salvegera 3'ê Tebaxê komkujiya Şengalê bernameyekê çêkin û hem komkujiyê şermezar bikin û hem jî kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin û wiha got: "Di 3'ê Tebaxê saet di 11.00’an de dê bi tevlêbuna jinên Êzidî komkujî dê bê şermezarkirin û em dê li ser komkujiyê bi axivin. Em dê li ser mijarên demokratik azadiya siyasetê, tecrîd û edaletê niqaşan bimeşînin. Em bang li her kesî dikin ku bên Parka Yogurtçu dengê xwe li vir bilind bikin. DAXWAZA WEKÎLAN DAXWAZA BINDESTAN E Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek jî diyar kir ku daxwazên wekîlên HDP’ê tînin ziman ne şexsî ne û daxwazên wan daxwazên bindestan û daxwazên gel in. HEMÛ DERA JIYAN LÊ ZINDÎ YE QADÊN AZADIYA ME NE Çîçek, destnîşan kir ku ne tenê HDP dê li qada Parka Yogurtçu bin û wiha got: "Ne tenê HDP'i dê hemû stenbolî li Parka Yogurtçu daxwazên xwe bînin ziman. Em dê demokrasiya rast û di cih de ji nuve li vir têxin meriyetê. Em dê li meskenê xwe niqaş bikin û em dê li meskenê xwe biryaran bigirin. Em dibêjin bila qadên burjuva yên wan bin. Hemû kolan û tax û qadên jiyanê yên me ne. Hemu qadên jiyan lê zindî ye qadên me yên azadiyê ne. Divê welatiyên me yên stenbolê vê yekê wisa zanibin û bizanibin. ‘EM CESARETÊ BI HEVRE PARVE BIKIN' Çîçek, bang li hemû kesên ku ji rêveçûna Tirkiye bêzarin û nerazî ne kir û wiha got: "Em bang li her kesî dikin ku li dora wekîlên HDP'ê bibin xelek û glok. Em hemû bi hevre dengê xwi bilind bikin. Bi hezaran hevrê û welatiyên me bila bên li parka Yogurtçu bibin yek. Em bi dengê xwe bi rengê xwe û bi nasnameya xwe biqîrin û govendê bigirin. Em wêneya heqîqeta Tirkiye li vir xêz bikin. TIRS TUNE HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ HEYE Çiçek, anî ziman ku AKP dixwaze bi faşizmê tirsê ava bike û wiha got: "Em dibêjin Na. Em wêrek û bi xwe bawer in. Em natirsin û netirsin. Em bi hevre faşîzmê têk bibin. Em nesekirin. Em bidin rawestandin. Ger ku em rawestin ev welat dê ji bo me tevan bibe dojeh. Em ne hindik in. Em netirsin û faşîzmê têk bibin. "