Polîsan parêzer nexistin Parka Ekin Ceren 2017-07-29 13:48:49 AMED – Parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) ku xwestin wekîlên di Nobeta Wîcdan û Edaletê de ziyaret bikin rastî astengiya polîsan hatin. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya wekîlên HDP'ê li Parka Ekîn Ceren di roja 5'an de didome. Hin welatiyên hatin ziyareta nobetê derbasî parkê bûn. Lê parêzerên endamên OHP'ê yên xwestin wekîlan ziyaret bikin û piştgiriyê bidin nobetê rastî astengiya polîsan hat. Parêzerên endamên OHP, Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), rêveberên HDP û DBP'ê yên Sêrtê û gelek kesên din hatin parkê û xwestin piştgiriyê bidin çalakiya Nobetê. Parêzerên OHP'ê rastî astengiya polîsan hatin. Berdevkê Platforma Hiqûqnasên Azadiparêz (OHP) Umit Dede, diyar kir ku ew parêzer li gel ku dikarin biçin girtiyên li girtîgehên ewlehiyên wan bilind ziyaret bikin, lê nikarin biçin parka ku ji gel re vekirî wekîlan ziyaret bikin. Dede, diyar kir ku wekî parêzer piştgiriyê didin nobeta Wîcdan û Edaletê. BERÎTAN A 7 SALÎ JÎ NEGIRTIN PARKÊ Yek ji ziyaretvana çalakiyê zaroka 7 salî Beritan bû. Polîsan destûr neda ku Berîtan a 7 salî têkeve qadê. Li ser vê yekê wekila HDP'ê Feleknas Uca deket dervê qadê û Beritan hembêz kir û ew pêşwazî kir. Beritan got "Ez ji bo nobetê ji Çinarê hatim. Ez dixwazin wekîlan bibînim. Uca û Berîtan piştre bi hevre gel silav kirin.