Dayikên Şemiyê: Sucdar bên cezakirin dê êş derman bibin 2017-07-29 15:16:25 STENBOL – Dayikên Şemiyê, vê hefteyê ji bo Suleyman Cihan ê di sala 1981’an de hat binçavkirin û piştî 85 roj şûnde cenazeyê wî li gora bêkesan hat dîtin edalet xwestin. Dayikan diyar kirin ku 3 ruyên dewletê hene û wiha gotin: "Ger ku yên sûc kirine bên darizandin û cezakirin wê demê êşên me dê sivık bibin. Ger ku dewlet ji dayikan lêborînê bixwaze dê êş sivik bibin. Dayiyên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 644'an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de pankarta “Fail diyar in, winda li ku ne" vekirin. Dayikan qurnefilên sor û çarika spî ku sembola aştiyê ye danîn ser pankartê. Wêneyên xizmên xwe jî danîn ser çarikê. Dayikan piştre çalakiya rûniştinê pêk anîn û dowîz rakirin. Wekîlê CHP'ê Sezgin Tanrikulu jî tev li çalakiyê bû. Dayikên Şemiyê, vê hefteyê ji bo mamosteyê 31 salî Suleyman Cihan ê di sala 1981’an de hat binçavkirin û piştî 85 roj şûnde cenazeyê wî li gora bêkesan hat dîtin edalet xwestin. ‘QET KURÊ TE DI BIN ÇAVAN DE HAT WINDAKIRIN?' Dayika Murat Yildiz ê di 23'ê Sibata 1995'an de hat binçav kirin û windakirin Hanife Yildiz, diyar kir ku ji ber di 24'ê Tîrmehê de bi minasebeta salvegera kurê xwe axivîye Serdozgera komarê ya Stenbolê bi hinceta heqaret li Serokomar kiriye li wê lêpirsîn vekiriye. Yildiz, anî ziman ku dozger dibêje "Qaşo winda bûye û wiha got: "Ez jî ji dozger dipirsim. Ne qaşo winda bûye. Di bin çavan de winda bûye. Divê dewlet berî her tiştî ji min lêborînê bixwaze. Li Şûna dewlet lêborînê ji min bixwaze dozger lêpirsînê li min vedike. Ez bang li dozger dikim û dibêjim Gelo qet te kurê xwe winda kiriye. Kurê te heye?. Ez ji de gilîdar im. Mirov hinekî ji xwedê ditirsin. Tu ji xwedê jî natirse. Ez ne ji te û ne jî Erdoganê ku tu jê ditirse ditirsim. Êdî tiştekî ez winda bikim tune ye. Ez dê heta dawiya emrê xwe têbikoşim. BILA EDALET CIHÊ XWE BIBÎNE Birayê Cemîl Kirbayir ê di 8'ê Cotmeha 1980'an de hat binçavkirin û windakirin Mikail Kırbayır jî diyar kir ku edaleta bê dewlet û dewleta bê edalet nabe û ew edaletê dixwazin. Birayê Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995’an de hat binçavkirin û windakirin Ali Ocak jî anî ziman ku bi salan e li vir dengê xwe bilind dikin û wiha got: "Dengê dayika Hanife Yildiz bihîstin û lêpirsîn li wê vekirin. Ev bê wîcdanî ye. Birayê Suleyman Cihan Ahmet Cihan jî wiha got: "Cihê ku agir dikevê dişewite. Windakirin pir zor û zahmet e. Ji mirinê wedetir zor e. Kuştina bi îşenceyê û definkirina ji malbatê veşartî, pir giran e. Divê dewlet, ji kesên li ser navê dewletê sûc kirine hesap bipirse û wan ceza bike. Ger ku dewlet bersûcan ceza bike û lêborînê ji malbatan bixwaze wê demê dê êşên malbatan kêm bibe. Dozgerê li dosyayê tinere ewil qebûl dike ku bi hovîti hatiye kuştin. Lê dadgeh vê yekê nabîne Dewlet û daraz wekî sê meymûnan tev digere û xwe ji rengekî dixin rengê din." Piştre li ser navê Dayikên Şemiyê Mine Nazarî daxuyanî da. Nazarî anî ziman ku windaktirina di bin çavan de sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha got: "Li gorî hiqûqa navneteweyî divê lêpirsîn bê kirin û bersûc bê cezakirin. Ev berpirsiyariya dewletê ye. Divê dewlet kujeran darizîne û ceza bike. 644 hefte ne em vê rastiyê tînin ziman. Em dixwazin kujer bên darizandin û hesap ji wan bê pirsîn. Em bang li dozgeran dikin ku kujerên Yildiz bibînin û ceza bikin." DEMA JI EDÎRNE DIÇÛ STENBOLÊ HAT BINÇAV KIRIN Nazarî anî ziman ku Suleyman Cihan bavê 2 zarokan bû û dema ji Edîrneyê diçû Stenbolê li nêzî Stenbolê hat rawestandin û hat binçavkirin. Nazarî da zanîn ku Cihan piştî hat binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û li wir hat windakirin. Nazarî destnîşan kir ku li gel hemû lêgerîna malbatê û serlêdanê Cîhan nehat dîtin û piştî 85 roj şûnde li Goristana Bêkesan a Zindanarkasi wekî kesê kujer nediyar hatibû defin kirin. Nazarî destnişan kir ku di kutina Suleyman Cihan de destê midûrê polîsan ê Stenbolê Mehmet Agar û İbrahim Şahin jî heye. Hiştî daxuyaniyê kom belav bûn.