Endezyarê Madenê: Çavbirsîtiya karsaz bû sedama hezaza Şîrwanê 2016-12-11 09:25:06 SÊRT - Hat zanîn ku mufetîşên Madenê yên Kana Şîrwanê ji ber "hinceta ewlehiyê" li madenê lêkolîn ne kirine û Endezyarê Madenê Dogan Hatun diyar kir ku dikaribûn pêşî li hezazê bihata girtin û çavbirsîtiya karsaz bû sedema hezazê. Li gundê Madenê yê Şîrwana Sêrtê li ocaxa madenê ya aîdî Koma Cînerê di 17'ê mijdarê de hezaz pêk hatibû û di hezazê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di hewldanên rizgarkirinê ya ku nêzî mehekê dom kir de Opratorê Eksvatorê Îbrahîm Kilinç hêjî ji bin hezazê ne hatiye derxistin. Xizmen karkerên ku bêyî endamê sandîkayekê bin û di saha herî mezin a kanê Tirkiyeyê de bi 2 hezar TL dixebitin şîrketê wekî berpirsyarê hezazê dibînin. Hat zanîn ku mufetîşên kar 'bi hinceta ewlehiyê' li kanê lêkolîn pêk neanîne. Piştî hezazê lêpirsîn hat destpêkirin, di lêpirsînê de kesekê rapora heyetê amade kir. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de ji aliyê endezyarên madenê û pisporên ewlehiya kar ve rapora ku hatiye amadekirin, midûrê karanîna kana vekiriî, serendezyar, çavdêrê demî, şefê şantiyeyê wekî kesên bi qusur, û karsaz û wekî şê wî jî biqusurên talî hatin dîtin. DI MEHA BARAN BARÎ DE HEZAZ PÊK HAT Endamê Lijneya Rêvebir a Odeya Endezyarên Madenê yê Amedê Gogan Hatun diyar kir ku sibeya ku hezaz pêk hatî ew çûna kana madenê, di çavdêriyan de wan baranek cidî ne dîtine û wiha got: "Tişta ku pêk hatî ne hezaz bû. Ji bo wekî tiştek xwezayî nîşan bidin dibêjin hezaz. Di meha Tîrmehê ya ku rojekê jî baran ne hatiye di madenê de qelişîn hebûn û dema qada madenê hat valekirin hezaz pêk tê. Ji ber ku lez kirin kesekê jiyana xwe ji dest ne da." 'GER TU BINÊ ÇIYA BIKULÎ DÊ BI SER TEDE BÊ XWARÊ' Hatun, bi lêv kir ku ji bo rîskên ku ava binerd çêdike tu tedbîrek ne hatiye girtin û wiha pêde çû: " Ger tu ne li gorî avên binerd tevbigerî xweza vê qebûl nake û dê tola xwe ji te hilîne. Ger tu dest bidî wî ew ê jî dest bide te. Ger tu binê çiya bikulî dê bi ser tede bê. Ji bo tu vê bizanî ne hewceye tu bibî endezyar. Ger te binê çiya kuland û tu tedbîr negirî ji ber valehiya binî dê hilweşe." 'ÇAVBIRSIYA KARKSA A KÊM SERMAYE ZÊDE HATIN ZÊDE' Hatun, da xuyakirin ku karkerên di madenê de dixebitin ji ber qelşînin di kanê de endezyarên firmayê hişyar kirine û wiha got: "Çavbirsîtiya karsaz dibe sedama xetayên endezyar. Di qada endezyara madenan de bêkarî gihiştiye asta jor ji ber wê endezyar di dema biryara û pêvajoya ewlehiyê de pasîf dimînin. Hezaz dikare di pêşiyê de bê dîtin û dikare bê astengkirin. Ev hemû xwe dispêrên hesabên endezyaran û dikare bi debatek baş hezaz bê astengkirin. Beriya niha min li hema madenê stajyerlîk kiribû. Dema maden ji xebatên girtî vedigerin ên vekirî pirsên gelo ewlehî hat girtin û xebata wê ya fîzîbîlîte divê were pirsîn. Ji ber sermayeya tayber bi mantiqê sermayeya kên hilberîna zêde dixebitin di hinek amûran de tasarufê dikin û ji ber vê sedemê hinek kêmasî derdikevin holê." Hatun, anî ziman ku qezayên kanên madenan ji ber bêkontroliyê çêdibin û wiha axivî: "Ev salek di tu kanên madenê de kontrolek ne hatiye kirin. Ji ber ewlehiyî tuneye ji bo kontrolê kesekê naşînin lê destûr didin ku maden bixebite. Ger pirsgirêka ewlehiyê heye bila şantiye bê rawestandin. Endezyar û pirsporên ewlehiya kar ên di karsazan de dixebitin tên hedef girtin û dixwazin bi vê li ser bûyerê de bigirin. Dive heyetek bê alî li vir lêkolînan bike û divê ode jî din ava vê heyetê de hebin. Çavdêrên daîmî, endezyarên jeolojî, endezyarê kîmyayê û endezyarê ewlehiya kar û tendirûstiyê yên Gruba Çîner hatine girtin. Divê ev girtin qusurên şîrketê neveşêrin."