‘Bila Tuncer Bakirhan bê berdan' 2017-07-29 15:53:01 STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê di hefteya 279’an de çalakiya "Rûniştina F berdewam kirin. Komîsyonê di vê hefteyê de xwest Tuncer Bakırhan serbest bê berdan. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 279’an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Endamên Komîsyonê dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û dowîz û pankarten “Tecrîd dikuje, Bila Girtîgehên Tîpa F bên girtin", “Bila girtiyên nexweş bên berdan" û “Rûniştina F ket hefteya 279’an bila Tuncer Bakirhan bê berdan" rakirin û wêneyên girtiyên nexweş bilind kirin. Komê di çalakiye de bê navber siloganên "Tecrîd dikuje, piştevani dide jiyandin" "Termankirin heq e divê neyê astengkirin" û "Bila Tuncer Bakırhan serbest bê berdan" berz kirin. Endamên komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser tenduristiya Şaredarê Sêrtê yê bi qeyûmê ji peywrê hat dûrxistin û girtin Tuncer Bakirhan. Endamên komîsyonê xwest Bakirhan bê berdan.b Aktîvista Mafên Mirovan Aynur Sinirtaş daxuyanî xwend u diyar kir ku girtiyên di nava çar dîwaran de tên girtin azadiya wan ji destê wan tê girdin û di bin tecrîda giran de tên ragirtin. Sinirtaş, destnîşan kir ku girtiyên nexweş dikevin nikarin bi derfetên xwe derman bibin û dema dixwazin biçin nexweşxaneyê jî dewlet daxwazên wan nabersivîne. Sinirtaş, destnîşan kir ku piştî OHAL'ê zextên li ser girtiyan girantir bûye û rewşa girtiyên nexweş bêtir xerab dibe. Sinirtaş, da zanîn ku Şaredare Sêrtê Tuncer Bakırhan nexweşê rovî û mahden e û wiha got: "Bakirhan di 16'ê mijdara 2016’an de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tipa F a Boluyê. Bakirhan nêzî 7 mehin bi nexweşiya mahden û roviyan e. Bi nameyekê nexweşiya xwe bi Şaxa ÎHD'e ya Stenbolê re parve kir. Li gorî nameyê dortor ketober ilacan dide wan." Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.