‘Bila girtiyê nexweş Ozbey teqez bê berdan' 2017-07-29 16:40:49 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzimê, xwest girtiyê nexweş Resul Ozbey ê di 2'e Tebaxê de rûniştina doza wî bê dîtin bê şert û merc serbest bê berdan. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmirê ji bo girtiyên nexweş di hefteya 392’an de li pêş Sumerbank a Konakê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên girtiyan û endamên ÎHD'ê pankarta “Ji bo girtiyên nexweş Tipa Edlî bû îdam û daraz jî bû înfaz" û “Bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc" vekirin. Li ser navê ÎHD'ê Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çiçek daxuyanî da û bal kişad ser girtiyê nexweş Resul Ozbey. Çiçek, anî ziman ku Ozbey li ser îxbarek bê kok hat girtin û hêj girti ye. Çîçek, da zanîn ku Ozbey nexweşê weremê ye û xwest bê şert û merc Ozbey di rûniştina 2'ê Tebaşê de serbest bê berdan. Çîçek, bilêv kir ku ew dê hemû girtiyên nexweş bişopînin.