Kuçuk: Sedema lehiyê betonkirin e 2017-07-30 09:05:16 STENBOL – Endamê Desteya Rêveberiya TMMOB'ê Cemalettin Kuçuk, anî ziman ku ne rast e ku lehiya ku piştî barana li Stenbolê rabû wek "felaketeke xwezayî" bê fêmkirin û wiha got: "Sedema herî mezin a lehiyê betonkirin û nebirêvebirina bajêr e." Li Marmara û Stenbolê, di 10 rojan de baraneke dijwar bariya û firtoneyeke dijwar rabû û hema bêje ji ber vê jiyan rawestiya. Felaketa ku çêbû, bi xwe re nîqaşên avaniya bajêr ku di demên dawî de bi projeyên hatibûn sepandin re di rojevê de bû anî. Endamê Desteya Rêveberiya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran (TMMOB) Cemalettin Kuçuk got ku, di rewşên wisa de ji guherîna avhewayê wêdetir divê sedemên ku bandorê li veguherîna avhewayê dikin di ber çavan re bên derbaskirin. 'JI BO BAYÊ QADA TEVGERÎNÊ NEHAT HIŞTIN' Kuçuk, dest nîşan kir ku li Stenbolê kokên daran zemîneke ku xwe pê bigirin nabînin û wiha got: "Ax nemaye. Koka hemûyan bi awayekî ku hewayê negirin bi betonan hatiye girtin. Qadeke ku kok xwe berdinê û pê bigirin nemaye. Ji ber vê sedemê gelek darên dîrokî şikiyan." Kuçuk, anî ziman ku ji bilî xisara ji ber terezê xwe da der, hemû xisarên din ji ber nebirêveberineke baş a bajêr e. Kuçuk, got ku sedema rabûna lehiyê ji ber îmareke nebaş û bajarsaziyeke bê plan e. Kuçuk, anî ziman ku ne rast e ku lehiya ku piştî barana li Stenbolê rabû wek "felaketeke xwezayî" bê fêmkirin û wiha axivî: "Li bakurê Stenbolê daristan nehiştin. Dema em li vana bifikirin, diviya liv û tevgereke hewayî hebe. Ji ber çêkirina balaxaneyan rê li ber ceryana hewayî hatiye girtin û ji ber ba bi rihetî nikare tevbigere li qadeke teng dişikê. Mesela tu tişt bi darên ku li qada fireh in nebû. Nexwe me li bajêr betonarmeyeke ku bandorê li veguherîna bayê bike çêkiriye." ‘DIVÊ EM BI GIŞTÎ LÊ BINIHÊRIN' Kuçuk, diyar kir ku dema şaxên darên li Stenbolê bên berhevkirin nêviyê darên ku roja din li Dersimê hatin şewitandin nakin. Kuçuk got ku, qada jiyanê tenê ne Stenbol, Îzmîr, Bûrsa û Enqere ye. Kuçuk, dest nîşan kir ku dê encamên şewitandina darên li Dersimê bandorê li Stenbolê jî bike û wiha axivî: "Heke li Cerattepeya Artvînê dar bên rakirin, dê bandorê li vir jî bike. Dema em bi giştî li vana binihêrin heta ku gel vê pêvajoya rantî ranewstîne, dema li hemberî tunekirina daristanên bakur, derbasbûna pira 3'yemîn a derbendê xwe li nedîtiyê deyne, divê ji niha ve adapteyî van felaketan bibe." Kuçuk, anî ziman ku dema li hemberî şewitandina daristanên Dersimê, şewitandina zeviyên genimî yên Amedê deng neyê derxistin, dê li hemberî felaketa li Stenbolê jî deng neyê derxistin. Kuçuk, dest nîşan kir ku kesên bi hişmendiya "Gelo dê dewlet çi qasî alîkariya min bike" tevbigerin, dê di nav çerxeke aborî de pêşeroja zarokên xwe jî radestî rantê bikin. ‘KESÊN DENG DERNAXIN BILA SIBÊ NEGIRÎN' Kuçuk, dest nîşan kir ku bûyerên bi vî awayî ne yên ewil in û ne jî yên dawî ne û wiha axivî: "Ew projeyên ku hikûmet ji wan re digot 'projeyên mezin' ji nişkave nexebitîn. Nexwe avaniya ku ji zanistê, ji teknîkê, ji lêkolînê dûr û bes li dor 'ez ê ji vir çi qas pere komîsyonê wergirim' bigere, dê sibê bibe goristana mirovên me. Kesên li hemberî vê deng dernexînin bila sibê negirîn."