Êzidiyên vegeriyan warê xwe: Heke Şengal vala bibe dê êzidî winda bibin 2017-07-30 09:06:13 MÊRDÎN – Niştecihên civaka êzidî yên gundê Xarabya ku di sala 1987’an de ji ber êrîşên hin suniyan û leşkerên tirk gundê xwe hêlan, piştî 30 salan şûnde dubare dizîvirin ser warê xwe. Welatiyên gundê Xarabya bang li gelê Şengalê ku dixwazin herin Ewropayê kirin û wiha gotin: “Li Ewropayê madiyat hebû, lê çanda me winda bû. Eger Şengal vale bibe dê Êzîdî winda bibin.” Yek ji gundên civaka êzidî ku bi kuştin, koçberî û zordariyê re rû bi rû mayî jî gundê Xarabya yê girêdayî navçeya Midyad a Mêrdînê ye. Gundê Xarabya gundekî dîrokî ye ku dîroka wî digehe sedan salan. Di salên 87- 90’î de li gund 150 mal hebûn. Li gund tenê kurdên êzidî diman. Lê belê ji ber êrîş û diziya hin sûniyan û zordariya leşkerên tirk dest ji mal û warê xwe ber didin û diçin Ewropa yê û li gund kes namîne. Li gund şopên zilma 30 sal berê, îro jî dixuyên. Dema mirov dikeve nava gund tişta herî zêde bala mirov dikişîne, penecereyên malan e ku heta nêvî bi keviran hatine dagirtin. Li gor agahiyên gundiyan, di demê zordarî û talanan de ji bo xwe biparêzin gele ji neçarî paceyên xwe heta nêvî bi keviran tije kirine. Piştî 30 salan şûnde êzidî yek bi yek dizîvirin gundên xwe. Heya niha 7 mal hatine gund û xaniyên xwe restore kirine. Kesên ku zivirîne welatê xwe dixwazin gundiyên wan hemû bizivirin malên xwe. ‘LI EWROPAYÊ ÇANDA ÊZDAYETIYÊ TUNE BÛ' Welatiyê bi navê Îsmail Altan jî bang li gelê Şengalê yê ji warê xwe derketin û dixwazin herin Ewropayê kir û wiha got: “Dibêjin Şam şekir e, welat şirîntir e. Li Ewropayê di warê madî de tu tiştê me ne kêm bû. Lê çanda me tune bû, dilê me ne rihet bû. Bila gelê Şengalê vegere warê xwe. Dema Şengal here dê Êzîdî winda bibin. Şengal cihekî pîroz e. Dîn û çanda me li Ewropayê nema, zarokên me çanda xwe winda kirin. Ji bo zarokên me vegerin çanda xwe, em niha wan tînin welatê wan.” ‘EM DIXWAZIN NE 7 MAL BIBE 70 MAL’ Nîştecihê gund Aydin Akyol zarokatiya xwe ya li gund derbasbûyî wiha anî ziman: “Ez heta 3 saliya xwe li gund bûm. Min dibistana seretayî li vir xwend. Hîn min diplomaya xwe wernegirt em derketin. Îro 7 malbat hatine, em dixwazin 7 bibe 70 û wiha berdewam bike.” ‘SUCÊ ME EW E KU EM KURD Û ÊZIDÎ NE’ Welatiya bi navê Wehbiye Altan jî hesreta bi salan a ji bo welat û çanda êzidiyan wiha rave kir: “Em dixwazin li cihê xwe bi aramî bijîn, lê niha jî aramî tune ye. Rast e, li Ewropa em azad in lê çanda me tune. Ev çar sale em zivirîne. Êzidî zor û zilm li kesî nekirine. Duaya me ‘102 gel pişt re em' ye. Nizanim çi ji me dixwazin? Tenê sucê me ew e ku em kurd in û ne musliman in. Ez dixwazim êzidiyên ku ji warê xwe durketine bizîvirin warê xwe.”