KESK, TMMOB û ÎTO dê tev li Nobeta Wîcdan û Edaletê bibin 2017-07-30 13:52:38 STENBOL - Rêxistina HDP'ê piştî Amedê Nobeta Wîcdan û Edaletê di 1'ê Tebaxê de li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê dê berdewam bikin. Beriya nobeta li Stenbolê KESK, TMMOB û ÎTO piştgiriya xwe ya nobete anîn ziman û xwestin yên tev li meşa edaletê bûn tev li nobeta wîcdan û edaletê jî bibin. Sendîka û odeyan bang li her kesî kir û diyar kirin ku rêya aştiya civakî di edaletê re derbas dibe. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya ku HDP'ê bi 10 wekîlan li Parka Ekîn Ceren a Amedê daye destpêkirin di roja 6'an de berdewam dike. Nobet dê di 1'ê Tebaxêde li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê bidome. Rêxistinên pîşe û sendikayan piştgirî dan nobeta wîcdan û edaletê û xwest her kes beşdarî nobetê bibin. Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê, Odeya Tabiban a Stenbolê, (ÎTO) û Koordînasyona Bajar a Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyorên Tirk (TMMOB) a Stenbolê anga piştgiriya nobete kirin. KESK: EM DÊ BI ENIYA HERÎ FIREH TEV Lİ NOBETÊ BIBIN Hevserokê Şaxa SES'ê ya Anadolu û Endamê Rêveberiya Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê Erdal Guzel, diyar kir ku wekî wan piştgirî da Nobeta Edaletê ya li Parka Maçka, dê bi eniya herî freh piştgiriyê bidin vê çalakiyê jî. Guzel, xwest her kes bi awayekî herî xurt li dijî pêkanînên Hikûmete yên OHAL û KHK'yan raweste û piştgiriyê bide hewldanên demokratik. TMMOB: MEŞVANÊN EDALETÊ DIVÊ TEV LI NOBETÊ JÎ BIBIN Sekretera Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê ya Stenbolê Cevahir Efe Akçelik jî ani zîman ku wekî rêxistinên pîşeyî dê roja 1'ê tebaxê li Parka Yogurtçu di çalakiyede cih bigirin û xwest hemû kesên tev li meşa Edaletê bûn, di nobeta Wîcdan û Edaletê de jî cihê xwe bigirin. ÎTO: RÊYA AŞTIYÊ DI EDALETÊ RE DERBAS DIBE Endama Rêveberiya Odeya Tabîban a Stenbolê (İTO) Dr. Încilay Erdogan jî anî ziman ku ew dê tevi rêxistinên ked û demokrasiyê wek3i TTB bi awayekî herî hêz tev li nobetê bibin. Încîlay Erdogan anî ziman ku rêya aştiyê di edaletê re derbas dibe û xwest her kes beşdarî nobetê bibin.