Mudurê Girtîgehê Akkûş: Ez ê destên we bişkînim 2016-12-11 09:37:45 ENQERE - 18 girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa M a Çankiriyê ku li dijî bicihkirina kamerayan derketin rastî gefên mudurê nû Huseyyîn Akkûş ên wekî "Heke hûn dest bidin kamerayan, ez ê destên we bişkînim" hatin. Bi OHAL'ê re li girtîgehên Tirkiyeyê, bi taybetî jî yên li bajarên kurda li dijî girtiyan binpêkirinên mafan zêde dibin. Li hin deveran girtî rastî çewisandinên derûnî tên. Li hin deveran jî derbkirin jî tê de rastî şideta fizîkî tên. Di demên dawî de jî, serşok û tûwaletên jî tê de, li qadên taybet ên girtî û hikûmxwaran kamera tên bicihkirin. Yek ji van girtîgehan jî, Girtîgeha Tîpa M a Çankiriyê ye. Hediye Ozdemîr a dema çû hevdîtina kurê xwe Îdrîs Ozdemîr hay ji vê rewşê bû û rewşa li Girtîgeha Çankiriyê parve kir. JI 10 DOZÊN CUDA 37 SAL CEZA LI OZTURK HAT BIRÎN Îdrîs Ozdemîr (28) ê ji zêdeyî 10 bûyerên li Mêrsînê qewimîn wek berpirsiyar hat dîtin, bi tawanbariya "Li ser navê rêxistina terorî pêk anîna faaliyetan, şewitandina wesayîta, beşdarbûna xwepêşandanan" 28 sal, "Ji endamtiya rêxistinê" jî 9 sal cezayê teqezbûyî lê hat birîn. Ozdemîr ê di 2011'an de hat girtin, piştî girtîgehên wek Îskenderûn, Osmaniye, Sîlîfke, Ceyhan, Kurkçuler, Hatay, herî dawî ev nêzî salekê ye li Girtîgeha Tîpa M a Çankiriyê tê ragirtin. 'EZ Ê DESTÊN WE BIŞKÎNIM' Îdrîs Ozdemîr ê vê hefteyê bi dayika xwe Hediye Ozdemîr re hevdîtina vekirî pêk anî, binpêkirinên mafan û rageşiyên ew bi wan re rû bi rû dimînin parve kir. Li gor vegotinên dayik Ozdemîr, îcraata ewil a mudur Huseyîn Akkûş ê nû tayînî girtîgehê hat kirin ew e ku, ji bo 24 saetan qawiş bê temaşekirin, 3 paceyên din jî vekiriye. Akkûş vê carê jî xwestiye, serşok û tuwalet jî di nav de, ji bo temamiya qawîşê bibîne xwestiye 4 kamerayan bi cih bike. Girtiyên li dijî vê derketine jî bi vî awayî gef li wan xwarine:"Heke hûn dest bidin kamerayan, ez ê destên we bişikînim." 18 GIRTÎ XISTIN QAWÎŞEKÊ Hat îdiakirin ku, sepandineke din a mudurê girtîgehê jî, zêdeyî kapasîteyên xwe bikaranîna qawîşa ye. 18 girtiyên ebrê li 2 qawîşan diman, bi hatina Akkûş re ew xistine qawîşekê. Qawîşên ku normal kapasîteya wan 6 kes e, ji ber zêdeyî kapasîteya xwe tên bikaranîn, girtîe rastî tengasiyan tên. DAXWAZA NEQLÊ YA OZDEMÎR BÊ BERSIV MA Bavê Ozdemîr, Abdûlazîz Ozdemîr jî ev nêzî 25 sala ye girtî ye. Îdrîs Ozdemîr ê berê tevî bavê xwe li heman girtîgehê dima, li gel gelek caran daxwazname daye jî ew neşandine cem bavê wî. Dayik Ozdemîr diyar kir ku, bi nebersivdayîna neqla kurê wê, dixwazin hevdîtina wan î bi kur û hevjînê wê re bê astengkirin û dixwazin wan di bin rtecrîdê de bihêlin. 'HEKE EM DERNEKEVIN TELEFONAN, ZANIBIN TIŞTEK BI ME HATIYE' Dayik Ozdemîr anî ziman ku, kurê wê wê Îdrîs gotiye, heke em vê hefteyê dernekevin telefonê zanibin tiştek hatiye serê me û ji hemû derdorên hestiyar xwest ku, kurê wê û 17 girtiyênd in têxin rojeva xwe. Ozdemîr diyar kir ku, sepandinên mudur Akkûş binpêkirina rûmeta mirova ye û kurê wê jî tê de, ew ji jiyana 17 girtiyan bi guman e.