DAÎŞ'ê rojnamegerê Rusî kuşt 2017-07-30 17:19:41 NAVENDA NUÇYAN - DAÎŞ'ê li Humsê nûçegîhanê televizyona Rusya Today (RT) Xalîd El Xatip kuşt. Televîzyona Russia Today (RT) di nûçeya xwe de ragihand ku nûçegihanê wan Xalid el-Xatib li Humsê di êrişa DAIŞ’ê de hat kuştin. Heta niha gelek rojnameger di êrîşên DAIŞ’ê de hatin kuştin. Îro jî malpera înternetê ya televîzyona erebî ya RT’ê. diyar kir ku nûçegihanê wan Xalid el-Xatib li bajarokê el-Suhna ku dikeve herêma rojhilatê Humsê dema derbarê operasyona li hemberî rêxistina DAIŞê de agahî didan di moşekekê de hatiye kuştin. Li gorî nûçeya malperê di heman êrişê de kameraciyê RT’ê jî birîndar bûye.