DAÎŞ'ê li Reqqa maşîna bombeyî teqand û 4 zarok kuştin 2017-07-30 18:23:49 REQA – Komên DAIŞ`ê bi erebeyeke bombebarkirî, êrîşe sivîlên ku ji aliyê QSD`ê ve dihatin rizgarkirin, kir. Di êrîşê de 4 zarok û 2 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan. Di pêşveçûyîna şervanên QSD`ê li taxa Nezlit Şehadê de, xetên komên DAIŞ`ê hatin şikandin û gelek noqte û avahî ji taxê hatin rizgarkirin. Li ser vê yekê, gelek sivîl berê xwe dan cihên rizgarî. Tîmên taybet ên QSD`ê ku ji 12 şervanan pêk dihat, çûne pêşwaziya gel da ku wan ji herêmên şer dûr bixînin û zarok rakirin, da ku bi lezgîn wan bibin cihên bi ewle. DAIŞ`ê ku her tim sivîlan dike hedef, bi erebeya bomebarkirî êrîşe sivîlan û şervanên QSD`ê kir. Di êrîşê de, 2 şervanên ku zarok rakirinbûn û 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan. 8 şervanên din û 7 sivîl di nav wan de rewşa hînekan xerab e, birîndar bûn. Di şerê li taxa Nezlit Şehadê ya li aliyê başûrê Reqayê dikeve, dewam dike de, şeravnên QSD`ê hewl didin birîndar û zarokên jiyana xwe ji dest dane, ji qada şer derxînin.