'Mudaxaleya bi zorê cinayet e ' 2017-07-30 21:17:37 STENBOL - Çalakiya greva birçibûnê ya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça di roja 144'an de berdewam dike. Ji ber ku bi zorê Gulmen û Ozakça rakirin nexweşxaneyê û xwestin mudaxaleya tibbi bikin komekê li Stenbolê çalakî pêk anî û mudaxaleya tibbî ya bi zorê şermezar kirin. Komê diyar kirin ku mudaxaleya tibbî ya bi zorê cînayet e. Çalakiya grevê ya Akademîsyen Nuriye ve Semih û Semih Ozakça di roja 144'an de berdewam dike. Platforma Piştevaniya Ji bo Nûriye Gulmen û Semih Ozakça, mudaxaleya bi zorê ya tibbî li Qada Galatasaray Lisesi şermezar kirin. Koma platformê pankarta “Mudaxaleya bi zorê ya tibbî cînayet e" vekirin û dowîzên “Çalakiya grevê di roja 144’an de ye", “Ji Nuriye û Semih re azadî" rakirin. Koma Platformê bê navber siloganên “Nuriye û Semih ne bi tenê ne" û “KHK dê biçin em dê bimînin" berz kirin. Li ser navê komê Nûnerê TİHV'ê yê Stenbolê Umit Efe, mudaxaleya polîsan a li ber Girtigeha Sincanê şermezar kir û diyar kir ku mudaxaleya bi zorê cinayet e. Efe xwest daxwazên Gulmen û Ozakça bi lezgîn pêk bên û dîsa li karê xwe vegerin. Li ser navê Platforma Piştevaniyê Prz. Gunay Dag jî daxuyanî da û diyar kir ku Gulmen û Ozakça li dijî hiqûq û peymanên navneteweyî girtî ne û mafê wan tê binpêkirin û rastî tundiyê tên. Dag, anî ziman ku mudaxaleya tibbî ya li dijî daxwazên wan li dijî hiqûq û peymanên navneteweyî ne û xwest bi lezgîn daxwazên wan bên cih. POLÎSAN MUDAXALEYİ ÇALAKIYA YUKSELÊ KIR Li Enqereyê jî kedkarên ku ji bo piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça û dîsa mafê xwe bixwazin li Kolana Yukselê kom bûn dîsa rastî mudaxaleya polîsan hatin. Dema polîsan mudaxaleyi çalakgeran kir, Çalakger Veli Saçılık, diyar kir ku ew naxwazin ku bi zorê mudaxaleyî Nuriye Gulmen û Semih Ozakça bikin.