Nivîskar Şahîner hat binçavkirin 2016-12-11 09:59:53 BURSA - Nivîskara Rojnameya Birgunê Seray Şahîner hat binçavkirin. Nivîskara Rojnameya Birgunê Seray Şahîner, bi hinceta heqater li kurê Serokomar Tayyip Erdogan Bilal Erdogan kiriye hat binçavkirin. Şahîner ji ber nivîsa xwe ya 7'ê tebaxa 2015'an a bi ser navê “Buraları eskiden hep duz liseydi” bi îdîaya heqaret li kurê Serokomar Tayip Erdogan Bilal Erdogan kiriye hat binçavkirin. Li Şahîner ji ber vê nivîsê 2 hezar û 610 TL rastî cezayê pereyan hatibû. Polîsan bi hinceta pere nedaye Şahîner dun li otelê binçavkirin û birin midûriyeta polîsan a Bursayê.