Kemalbay a li karkeran guhdar kir: Em dê bi rêxistinbûnê ablukayê bişkînin 2017-07-30 22:27:36 EDENE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, karkerên çandiniyê li Edeneyê ziyaret kir û diyar kir ku ew dê ablukaya li dora edaletê hatiye pêçan bi rêxistinbûnê bişkînin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê û Serpîl Kemalbay û nûneren saziyên sivîl û komîsyona kedê li Edeneyê karkerên demsalî yên nava zeviyan ziyaret kirin. Kemalbay, konên karkeran ên di salên 1990'an de ji ber zextên leşkeriyê ji warên xwe koç kirin u hatin li Karataş û Karagoçerê bi cih bûne ziyaret kir. Kemalbay, li pirsgirêkên karkeran û daxwazên wan guhdar kir. Di ziyaretê de karkerê çandiniyê yê 20 salin li vir dixebite Mustafa Karaçizmeli, diyar kir ku di nava şert û mercên giran de dixebitin û ji hemû mafê tenduristî, ragihandin, perwerde û mafê kar dûr e. Karker Abdullah Selek jî anî zimn ku di nava şert û mercên pir dijwar de dijîn û hêj ava xwe bi tenekeyan dikişînin û ceyranê jî ji çiftlikan temîn dikin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, ani ziman ku tu kes bi salan jiyana li van çadiran heq nake û ew dê edalet û demokrasiyê bi têkoşîna bi rêxistinî bi dest bixin.