Wekîla HDP'ê Başaran hat binçavkirin 2017-07-31 10:17:37 ÊLIH - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, li Balefirgeha Êlihe hat binçavkirin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, dema xwest ji Êlihê biçe Enqereyê li Balefirhega Êlihê, polisan ew binçav kirin. Hat zanîn ku polisan bi hinceta Başaran têkildarî komkujiya 10'ê Cotmehê axaftin kiriye der barê wê de lêpirsin hatiy vekirin û "Propaganda rexistinê kiriye" diviya bû di 19'ê Tîrmehê de beşdarî rûnştinê bibe, lê nebûye. Hat zanîn ku 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê, der barê Bajaran de biryara girtinê derxistibû. Başaran, ku hat binçavkirin birin Edliyeya Êlihê. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerikli jî di 29'ê Tîrmehê de li Balafirgeha Êlihê hatibû binçavkirin û li Edliyê serbest hatibû berdan.