KESK, DİSK, TMMOB û TTB'ê piştgirî dan nobetê 2017-07-31 11:35:24 STENBOL - Rêxistin û sendikayên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê piştgirî dan Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku di 1'ê Tebaxê de li Parka Yoğurtçu ya Stenbolê pêk bîne. Sendîka û odeyan diyar kirin ku dê nobetê ziyaret bikin û piştgiriyê bidin. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Parka Ekin Ceren di 25'ê Tîrmehê de dest pê kirin, îro li Amedê bi dawî dibe. HDP, dê 1'ê Tebaxê li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê Nobeta xwe berdewam bike. Gelek beşên civakê yên li Stenbolê dijîn diyar kirin ku dê piştgiriyê bidin. Siyasetmedar, hunermend, nivîskar û saziyên jinan, sendîkavan û odeyên pîşeyî diyar kirin ku dê piştgiriyê bidin û tev li nobetê bibin. Rêxistin û sendikayên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê piştgirî dan Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku di 1'ê Tebaxê de li Parka Yoğurtçu ya Stenbolê pêk bîne. Sendîka û odeyan diyar kirin ku dê nobetê ziyaret bikin û piştgiriyê bidin. KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê, diyar kirin ku dê sibê saet di 12.00’an de daxuyaniyê bidin û piştgiriyê bidin nobetê. Sendîka û rêxistinên pîşeyî diyar kirin ku divê li dijî rejîma OHAL/KHK, tekoşîna demokrasiyê bi hêz bikin û mezin bikin û ji bo vê yekê jî dê tev li Nobetê bibin.