Wekîla HDP'ê Başaran hat berdan 2017-07-31 11:41:22 ÊLIH - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ku serê sibê li Balefirgeha Êlihe hat binçavkirin li Edliya Êlihê hat berdan. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, dema xwest ji Êlihê biçe Enqereyê li Balefirhega Êlihê, polisan ew binçav kirin. Polisan bi hinceta Başaran têkildarî komkujiya 10'ê Cotmehê axaftin kiriye der barê wê de lêpirsin hatiy vekirin û "Propaganda rexistinê kiriye" Bajaran binçav kirin. Polisan diyar kir ku ji ber di 19'ê Tîrmehê de beşdarî rûnştinê nebûye. 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê, der barê Bajaran de biryara girtinê derxistiye. Başaran, ku hat binçavkirin birin Edliyeya Êlihê. Piştî polîsan Bajaran birin Edliyeya Êlihê û li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê îfade da, Başaran, bi şerte darizandina serbest, hat berdan. Der barê Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Saadet Beceriklî de bi hinceta tekildarî komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Gara Enqereyê tev li daxuyaniyê bûne û axivîne doz haitbû vekirin. Rûniştina dozê di 19'ê Tîrmehê de li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran aÊlihê hatibû ditin. Weikila HDP'ê Beceriklî di 29'ê Tirmehê de hat binçavkirin û hat berdan. Bajaran jî îro hat binçavkirin û hat berdan. Rûniştina dozê taloqî 30'ê mijdarê kirin.