Kemalbay û 12 wekîl dê Nobeta Stenbolê bigirin. 2017-07-31 15:28:10 STENBOL – Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê sibê li Stenbolê dest pê dike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay û 12 wekîlên HDP'ê dê nobetê bigirin. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Amedê dan destpêkirin, sibê di 1'ê Tebaxê de li Parka Yogurtçu ya Kadiktoyê dest pê dike. Nobeta ku HDP'ê daye destpêkirin dê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpil Kemalbay û 12 wekîlên HDP'ê tev li nobetê bibin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Parlamenterên HDP'ê Filiz Kerestecîoglu, Sirri Sureyya Onder, Nadir Yildirim, Mithat Sancar, Hişyar Ozsoy, Ayşe Acar Başaran, Berdan Ozturk, Erdal Ataş, Leyla Birlik, Sibel Yîgîtalp, Erol Dora, Îbrahim Ayhan dê nobetê bigirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Kemalbay, dê sibê saet di 12.30'an de li Parka Yogurtçu Civîna Koma HDPê ya Meclîsê pêk bîne. Piştî civînê starta nobeta hefteyekê dê bê dayîn. Gelek beşên saziyên sivîl ên civakî, partî, ode û sendîka dê piştgiriyê bidin.