470 roj in doza cenazeyê kurê xwe dike 2017-08-01 09:09:57 COLEMÊRG- Cenazeyê Mûsa Vûral ku di "qedexeyê" de li Geverê tevî kurê xwe Cemal hat kuştin, 14 mehan şûnde ji goristana bêkesan hat wergirtin û definkirin. Dayik Hamayil Vural, 4 caran nimûneya xwînê da ATK'ê û wiha got: "Yekane daxwaza min ew e ku kurê xwe jî li xaka wî defin bikim." Di dema qedexeya derketina kolanan ku di 13'ê Adara 2016'an de li navçeya Gever a Colemêrgê hat îlankirin û 79 rojan doman de, Cemal Vûral (22) tevî bavê xwe Mûsa Vûral (44) ê bavê 6 zarokan hatibû kuştin. Piştî 13 meh û 27 rojan şûnde cenazeyê Mûsa Vûral ji aliyê malbata wî vî hat wergirtin. Bav û kur ku di dema qedexeyê de mala xwe ya li Taxa Gungorê terk nekiribûn, piştî 18'ê Nîsana 2016'an ve bi tu awayî agahî ji wan nehatibû wergirtin. Li ser vê malbatê ji bo bav û kur 4 caran nimûneya xwînê da Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Erziromê. Malbatê di 15'ê Hezîranê de li goristana bêkesan a Goristana Abdurrahman Gazi ya Erziromê cenazeyê Mûsa Vûral wergirt û li Geverê defin kir. Dayik Hamayil Vûral, anî ziman ku cenazeyê kurê wê jî di nav 51 gorên "bêkesan" de ye. Dayik Vûral, anî ziman ku tê zanîn ku kurê wê û hevjînê wê ji aliyê dewletê ve hatine kuştin, lê belê ev saleke tê înkarkirin. MALA KU TERK NEKRIIN JI NÛ VE HAT ÇÊKIRIN Dayik Vûral tevî zarokên xwe mala 3 qatî ku kurê wê û hevjînê wê bi keda xwe çêkiribûn û terknekiribûn û di dema qedexeyê de hatibû şewitandin, ji nû ve selihand. Vûral, anî ziman ku ji ber êşa ku wan kişandiye pora wê hemû spî bûye û wiha axivî: "Dema hevjînê min û kurê min di dema qedexeyê de li vê malê man, difikirîn ku 'ew mirovên sivîl in û dê tiştekî bi wan nekin'. Lê wisa nebû, di dema qedexeyê de her du mirovên sivîl kuştin. Bi rojan me agahî ji wan wernegirtin. Çawa ku qedexe bi dawî bû em çûn Erziromê û me nimûneya xwînê da. Bi giştî me 4 caran xwîn da. Ji me re gotin 'Dê 10 roj şûnde diyar bibe.'" Vûral, diyar kir ku kurê wê jî di nav cenazeyên li ATK'ê de bû, lê ji ber ser çavê wî hatibû perçekirin naskirina wan zehmet bû û wiha axivî: "Dubare çûm Erziromê û min torbeyên 70 cenazeyên ku şewitî û perçekiribûn vekirin û yeko yeko li cenazeyan nihêrî. Kurê min di nav wan cenazeyan de bû, lê min ew tam nas nekir. Hatibû perçekirin, naskirina wan zehmet bû. Paşê her hefte, her meh çûm û min pirsî. Tim me eware kirin. Me ji polîs û dozger pirsî, me got 'Ev mirov sivîl bûn, çima hatin kuştin we çi kir?' Digotin wan ew nekuştine, hayê wan jê tune bûye. Herî dawî di meha Gulanê de gazî me kirin. Em çûn me dîtin ku cenaze li cem wan e. Me tim ev pirs ji xwe kir 'Gelo dijîn an?' Dema me cenaze wergirt wek ku îro hatibe definkirin bû. Tenê serçavê wî hatibû perçekirin. Di dema definkirinê de em nizanim me çi dua kirin, me çawa defin kir. Ji ber heronên ku li ser serê me diçûn û dihatin û wesayîtên zirxî yên em dorpêç kiribûn." HÎN JÎ KURÊ WÊ LI WÊ GORISTANÊ YE Vûral, dest nîşan kir ku hîn jî 51 cenaze li Erziromê li goristana bêkesan e û yek ji wan jî cenazeyê kurê wê ye û wiha bang kir: "Hîn jî gorîçeyeke gora kurê min tune ye. Yekane daxwaza min ew e ku kurê xwe jî li xaka wî defin bikim. Bang li hemû dayik û bavan dikim. Hemû kesên cenazeyên wan winda bila biçin nimûneya xwînê bidin." Kemal Vûral jî, wêneyên bav û kekê xwe yên li cem hev nîşan da û got ku, tarîfeyeke êşa ku ew dijîn tune ye. Vûral, anî ziman ku ji Gulana 2016'an ve ew tim heftê 2 caran diçe Serdozgeriya Komarê ya Geverê û li aqûbeta kekê xwe û bavê xwe dipirse. Vûral wiha axivî: "Dema qedexe dest pê kirin, ji bo ezmûnê çûbûm Colemêrgê. Piştî ketim ezmûnê ez li bavê xwe geriyam, min jê re got dixwazim vegerim cem wan. Bavê min ji min re got 'Ne hewce ye kurê min, ji xwe dê di demeke kurt de dawî li vê qedexeyê bê. Dê lêgerînekê bikin û biçin, tu yê wê çaxê bêyî.' Meh derbas bûn, lê qedexe ranebû. Bavê min û kekê min diya min û xwişk û birayên min şandine û li malê mane. Bavê min bi salan şivantî kir û vê malê çêkir, nexwest bê xerakirin." PIŞTÎ 18'Ê NÎSANÊ XEBER WERNEGIRTIN Vûral, diyar kir ku wan ji 18'ê Nîsana 2016'an ve agahî ji bav û kekê xwe wernegirtiye û li ser vê ew gelek caran li Qeymeqamtiyê, li muduriyeta polîsan û gelek deverên din geriyane. Vûral wiha domand: "Emniyetê ji me re digot 'Temam heke sivîl bin tiştek bi wan nayê.' Êvara 17'ê Nîsanê jî em geriyan û me xeber da. Lê di 18'ê Nîsanê de dema em geriyan, me agahî ji wan wernegirt. Me salekê li bav û kekê xwe pirsî, tim ji me re gotin 'Me tu sivîl nekuştin, hûn derewan dikin.'" ‘BILA ÊDÎ ÇAVÊ ME NE LI RIYA TU KESÎ BE' Vûral, anî ziman ku Serdozgeriya Komarê ya Geverê di 19'ê Gulana 2017'an de gazî wan kiriye û dosye û nasnameya bavê wî dane ber wan. Vûral wiha domand: "Dosye heye, nasname heye, lê salek şûnde gazî me kirin û gotin cenaze li goristana bêkesan e. Piştî encamên testê li hev derketin di 15'ê Hezîranê de me bavê min wergirt û ew defin kir. Piştî me bavê min defin kir, diya min dubare serî li dozgeriyê da. Dozger dosyeya kekê min jî nîşanî me da û got kekê te hatiye kuştin li eraziyekî vala ye. Dosye li cem min e, lê em nizanin dê kengî cenazeyê wî bê dayîn.' Me ji dozger re got her du jî sivîl bûn. Cenazeyê kekê min jî bidin da ku belaheq û belasebab li ber pace û deriyan çavê me ne li riya tu kesî be." Vûral, got ku hîn jî belgeya mirin û rapora otopsiyê ya bavê wî nehatiye dayîn. Nimet Olmez - dihaber