Kampa mezin ku reqqayî lê dimînin: Kampa Eyn Îsayê 2017-08-01 09:11:13 REQQA - Şervanên QSD'ê ku li nêviyê paytexta DAIŞ'ê Reqqayê venêrîna rê dikin, bi hezaran sivîlên ku rizgar kirine vediguhêzînin kampa Eyn Îsayê ku rêveberî û ewlehiya vê kampê di dest reqqayiyan de ye. Her wiha li kampê hevjînên DAIŞ'iyan ên biyanî jî tên vehewandin. Li Reqqayê operasyonên azadkirinê yên ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve bi navê "Cenga Mezin" hatin destpêkirin di roja 56'emîn de jî bênavber didomin. Şervan li eniyên rojhilat, rojava û başûr bi pêş ve diçin û her wiha li eniya rojava ketin Taxa Nehdayê. Li gel vê li taxên Rewda, Reqqaya Kevn, Hişam Bin Ebdulmelik, Nezlit Şihade û El Berîdê pevçûn didomin. QSD'ê heta niha li 8 taxên ku rizgarkirine bi hezaran sivîl rizgarkirine û sivîlên rizgarkirina li kampê bi cih dike. Ev kampa mezin ku ji bo reqqayiyan hatiye avakirin li bajaroka Eyn Îsayê ye. KAMPA HERÎ MEZIN KU REQQAYÎ LÊ DIMÎNIN Nêzî 6 meh berê Meclîsa Sivîlan a Reqqa, Meclîsa Gel a Eyn Îsa û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ev kamp ava kirin û li vê kampê nêzî 3 hezar kon hatin vedan. Gelheya vê kampa ku li nav erdekî ku li hêla çepê ya Eyn Îsayê ye, li dor 10 hezaran e. Li kampê li gel reqqayiyan penaberên ku ji Heleb, Hama, Hûmûs, Dêra Zor û Mûsilê hatine jî lê dimînin. REQQAYÎ LÊ DINIHÊRIN Hawirdora kampê bi têlên rêsayî hatiye pêçandin. Ewlehiya vê kampê ji aliyê Parêzkarên Ewlehiya Hundurîn a Reqqayê ve pêk tê. Ji bo DAIŞ'î nekevin kampê li têketin û derketina kampê parêzkar nasnameyan kontrol dikin û hema bêje li kampê 24 saetan dewriye digerin. JIYANA KAMPÊ Li gel Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hin saziyên navntewî jî alîkariya kampê dikin. Li vê kampa ku hema bêje veguheriye bajarekî bazar tên danîn; li van bazaran fêkî, zebze û kinc tên firotin. Li vê kampa ku ocaxa çayê lê hatiye vekirin, li gel firoşkarên geroke dikan jî hatine vekirin. Li kampê liv û tevgerîn heye û her roj malbatên nû tênê. Meclîsa Sivîlan a Reqqayê her roj xwarinê çêdike û belav dike. Her wiha li hin noqteyên diyar ên kampê metbax û depoyên avê jî hatine çêkirin. Reqqayên ku ji bilî xwarinên kampê bixwazin ji xwe re xwarnê çêbikin, di saetên diyarkirî de dikarin van metbaxan bi kar bînin. Depoyên avê jî her roj ji aliyê tanqêran ve tên dagirtin. Li gel vê ji bo sivîlan her hefte di rojên diyarkirî de betanî, mînder û kon tên peydakirin. TENDURISTÎ Li nav kampê navendeke tenduristiyê û nexweşxaneyek heye. Li van navendên ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatine çêkirin 6 bijîşk hene û di nav bijîşkên ku li kampê peywirdar in bijîşkên Rêxistina Bijîşkên Sînornenas jî hene. Li vê nexweşxaneyê her roj bi sedan sivîl tên tedawîkirin û muayenekirin. Li nexweşxaneyê 3 rojan bijîşkên jinan û 3 rojan jî yên zarokan dixebitin. Her wiha saziyên Sûriyeya Bakur û Rojavayê alîkariya dermanan jî li kampê dikin. PERWERDEHÎ Li nav kampê ji konan du dibistan jî hatine çêkirin. Li her dibistaneke ku wek dibistanê seretayî hatine çêkirin 12 mamoste hene. Li her dibistanê 300 xwendekar hene û mamoste ji polî yekemîn heta ya pêncemîn dersê didin. Serlêdanên ji bo dibistanê her roj zêde dibin. Li van dibistanan bi taybetî bi zarokên ku di bin esareta DAIŞ'ê de mane lîstik tên lîstandin. HEVJÎNÊN DAIŞ'IYAN Li kampê ji bo hevjînên DAIŞ'iyan ên dîl hatine girtin jî kon hatine vedan. Di nav hevjînên wan de ên ji Endonezya, Rûsya, Almanyayê jî hene. Ev jinên biyanî li nav kampê bi rihetî digerin û ji wan 12 jê endonezyayî ne. Li ser banga DAIŞ'ê ya "hîcretê" ev jinên biyanî hatine Reqqayê û bûne hevjînê DAIŞ'iyan. Niha li kampê ne wek dîl, wek penaberan tên vehewandin. Nazim Daştan - dihaber