Operasyona li Licê mezin dibe 2017-08-01 11:13:17 AMED - Li navçeya Lîcê piştî herêma Gundê Derxustê hat bombekirin, di saetên serê sibê de li bajahiya gundên Xosor, Dewaxey, bi tevêbûna gelek helikopter û maşîneyên zirxî operasyona hewayî bejahî hat destpêkirin. Leşkerên tev li operasyonê bûn qada daristanê şewitandin û belavdibin. Li navçeya Lîcê piştî duh herêm hat bombekirin, îro di saetên serê sibê de bi tevlêbûna gelek leker operasyona hewayî û bejayî hat destpêkirin. Di saetên serê sibê de li bajahiya gundên Xosor, Dewaxey, bi tevêbûna gelek helikopter û maşîneyên zirxî operasyona hewayî bejahî hat destpêkirin. Leşkerên tev li operasyonê bûn qada daristanê şewitandin û belavdibin. Gundiyên herêmê diyar kirin ku operasyonê di saetên serê sibê de dest pê kir û her diçe belav dibe. Berê jî bi dehan caran operasyon hatin kirin û gelek dehl û rezên welatiyan hatin şewitandin. Şevê din saet di 18.00'an û şûnde li bejahiya gundê Dêrxustê yê Licêya Amedê bi helîkopterên kobra bombebarankirin.