Parlamenterê HDP’ê Behçet Yildirim qeza kir 2017-08-01 11:20:30 HATAY - Parlamenterê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim di qezaya trafîkê de birîndar bû. Wesayîta Parlamenterê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim ku şêwirmendê wî Ziya Firat diajot qeza kir. Qeza li ser riya bejahiyê ya Hassa-Dîlokê pêk hat. Ewil wesayît ji kontrole derket li refûjê qelibî û pişt re jî li wesayîta welatiyê bi navê Suleyman Kaya qelibî. Di qezayê de Yildirim û şêwirmendê wî Firat bi sivikî birîndar bûn û ew bi ambulansê ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhanê. Hat zanîn ku piştî mudaxeleya li vir dê Yildirim û Firat rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê. Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.