Tevlêbûna Hevserokên KESK’ê ya TÎS'ê nehat qebûlkirin 2017-08-01 11:38:30 ENQERE – Serokatiya Personelên Dewletê, qebûl nekir ku Hevserokên KESKê bi heyeta KESK'ê re tev li hevdîtinên Peymana Tomarî ya Kar (TÎS) bibe. Hevserokên KESK'ê dê saet di 13.30’an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Serokatiya Personelên Dewletê, têkildarî hevdîtina Peymana Tomarî ya Kar (TİS), heyeta ku KESK'ê diyar kir qebûl nekir. Wekîlê Serokê Personelên Dewletê Enes Polat nivîsek şandt û diyar kir ku şaşiya der barê Yusuf Şenol, Îsmet Aslan û Ozgur Yilmaz ku nehatibûn îxrackirin hatiye rastkirin heyet qebûl kirine. Lê navê Hevserokên KESK'ê Mehmet Bozgeyik û Aysun Gezen ku bi OHAL'ê hatibûn îxrackirin û di lîsteya heyetê de cih digirt nehat qebûl kirin. Serokatiya Personelên Dewletê ji KESK’ê xwest ku li şûna Hevserokên KESK'ê du navên din diyar bike. EV NAYÊQEBÛL KIRIN Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku wekî KESK'ê vê rewşê qebûl nakin û dê saet di 13.30’an de li Pêş Wezareta Xebatê û Ewlehiya Civakê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Bozgeyik, bang li her kesî kir ku li KESK’ê xwedî derkevin û tev li daxuyaniyê bibin.