Polîsan Parka Yogurtçu dorpêç kirin 2017-08-01 12:02:23 STENBOL - Polîsan, Parka Yogurtçu ya Kadikoyê ku HDP dê îro Nobeta Wîcdan û Edaletê lê dest pê bikin ji serê sibê de dorpêç kirin. Tevî dorpeça polîsan girse diherike parkê û li dora parkê kom dibe. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) piştî duh li Amedê bi dawi bû îro dê li Parka Yogurtu ya Stenbolê berdewam bike. Beriya nobet dest pê bike polîsan Parka Yogurtçu ya Kadikoyê dorpêç kirin. Polîsan ji serê sibê de bi bariyerên hesin park dorpêç kir. Bi sedan polîsan jî li dora parkê cihê xwe girtin. Gelek maşineyên zirxî yên TOMA û akrep jî bi cih kirin. Rêveberên HDP’ê yên hatin parkê jî rastî astengiyên polisan hatin. Polîs destûr nade HDP'î û welatî derbasî parkê bibin. Dîsa destûr nadin ku alav û amûran jî derbasî hundirê parkê bikin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay û 12 wekilên HDP'ê jî dê ji avahiya HDP'ê ya Kadikoyê bi meşê bên parkê. Nobeta Wîcdan û Edaletê dê bi civîna Koma HDP’ê ya Melîsê dest pê bike. Beriya nobetê welatî li dora parkê kom bûn û dixwazin derbasî parkê bibin.