HDP'îyan ber bi Parka Yogurtçu ve dest bi meşê kirin 2017-08-01 12:15:32 STENBOL - Hevserok û wekîlên HDP'ê ji bo tev li Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Parka Yogurtçu bibin, ber bi parkê ve dest bi meşê kirin. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) piştî duh li Amedê bi dawi bû îro dê li Parka Yogurtu ya Stenbolê berdewam bike. Beriya nobet dest pê bike polîsan Parka Yogurtçu ya Kadikoyê dorpêç kirin. Polîsan ji serê sibê de bi bariyerên hesin park dorpêç kir. Bi sedan polîsan jî li dora parkê cihê xwe girtin. Gelek maşineyên zirxî yên TOMA û akrep jî bi cih kirin. Rêveberên HDP’ê yên hatin parkê jî rastî astengiyên polisan hatin. Polîs destûr nade HDP'î û welatî derbasî parkê bibin. Dîsa destûr nadin ku alav û amûran jî derbasî hundirê parkê bikin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay û 12 wekilên HDP'ê jî, ji bo tev li nobeta parkê bibin, ji avahiya HDP'ê ya Kadikoyê dest bi meşê kirin. Hevserok û wekilên HDP'ê bi pankartên "Mafê kedkaran nayê desteserkirin" û "Destkeftiyên jinan nayê desteserkirin" vekirin. Kom bê navber silogana "Heq, hiqûq û edalet" berz dikin û dimeşin. Nobeta Wîcdan û Edaletê dê bi civîna Koma HDP’ê ya Melîsê dest pê bike. Beriya nobetê welatî li dora parkê kom bûn û dixwazin derbasî parkê bibin.