Polîsan li serê kûçeyên Sûrê barîkat danîn 2017-08-01 12:25:09 AMED – Li du taxên Sûrê piştî qûtkirina av û ceryanê û xerakirinê niha jî polisan li serê kûçeyan bi molozan barîkat ava kirin. Şêniyên Sûrê bertek nîşan dan û gotin qûtkirina av û ceryanê têr nake niha jî dixwazin wan di nav toz û xweliyê de bitepisînin wiha gotin "Ew qas jî bê ehlaqî nabe.” Li taxên Alîpaşa û Lalebêy ên Sûra Amedê di bin navê “bajarvaniyê” de rûxandin berdewam dike. Hilweşandin her sibe dest pê dike û heta saet 17.00’an didome. Hilweşandin bi parastina maşîneyên zirxî pêk tê. Polîs çûn cem malên hêj biryara hilweşdanina xêniyên wan nehatiye dayîn û van gefan li şêniyan xwarine: “Demildest malên xwe vala bikin. Heke hûn vala nekin dê av û ceryana we bê qûtkirin.” Hat zanîn ku li kûçeya sereke 3 rojin av hatine qûtkirin û dê îro xerakirin dest pê bike. Sere kolana dê bê hilweşandin bi molozan ji aliyê ekîban ve hat girtin. ‘BI KORSANÎ XERA DIKIN' Li gorî agahiyên ji şêniyên taxê hat bidestxistin polîs û hin kesên xwe ke muteahîtan dane nasîn bêyî bêlgeyan nîşan bidin gotine: “Îro hilweşandin dê dest pê bike. Malên xwe vala bikin nexwe em ê xera bikin.” Welatiyan nerazîbûn nîşanî barîkat avakirin, gefên polîsan û qûtkirina avê dan û diyar kirin ku rayedar bi korsanî mal û taxa wan xera dike. ‘EM JI VIR DERKEVIN EM Ê BIÇIN KU?’ Melek Ayata ya ku li taxa Lalebêy hatiye dinê û mezin bûye diyar kir ku wan ji malên ji dayik û bavê wan mane bi zorê derdixin û wiha got: “Min serê sibê çavê xwe vekir min dît ku serê kolanê bi molozan girtine. Qûtkirina avê têrê nake niha jî dixwazin bi toz û xweliyê me di malê me de bitepisînin. Dayik û bavê min li vê malê jiyana xwe ji dest dan. Ez ê ji vir derbikevim biçim ku? Heke ku em li vî welatî wekhev bin çima ez nikarim mala xwe biparêz im? Li gel ku me mala xwe nefirotiye jî çawa min bi zorê ji vê malê derdixin? Her tiştî bi serê me gelê Sûrê ve pêk tînin. Wê ev bêedaletî heta ku dewam bike?” ZABITE JÎ GEF DIXWIN Leman Ayata ya li kûçeya Çinarê du qat xêniyê wê heye jî got ku ew serê sibê bi dorpêçkirina polîsan re ji xewê şiyar bûye. Ayata diyar kir ku li gel ku mala xwe nefirotine jî bi zorê ji malê tên derxistin. Ayata destnîşan kir ku ew naxwazin malên xwe biterikînin û behsa sepandina şerpezeyê ku li ser wan dikin kir. Ayata da zanîn ku 2 mehe av û ceryana wan hatiye qûtkirin û zabite jî gefan li cîranên wan xwarine. ‘MA DI GERMA HAVÎNÊ DE BÊAVÎ DIBE?’ Fahriye Dal ku bi 4 zarokên xwe re li kûçeya Ana têkoşîna jiyanê dide jî anî ziman ku 3 roje ava wan hatiye qûtkirin û di nav şerpezebûnê hatine hiştin. Dal destnîşan kir ku di meha rojiyê de 20 roj av nedane wan û nerazîbûna xwe wiha nîşan da: “Ev ji dîn û îmanê jî natirsin. Em ê di vê germa havînê de çawa bêav îdare bikin? Em malbatên xizanin. Heke ku riyek me hebûya em ê biçûna lê ev der malên me ne. Çawa mirov li mirovan wisa dikin ez ji vê fêm nakim. Ji ber ku ev der stara me ye. Ev tişta li me dikin zilmkariye.” ‘3 ROJ IN EM TÎ NE' Latîfe Nergîs a 60 salî jî anî ziman ku di xêniyê ku bi salan berî niha çêkirine de rastî muameleya koçberiyê tên û wiha axivî: “3 roje bi roj avê qût dikin û saet di 01.00’ê şevê de berdidin. Em perişan bûn. Di vê germê de mirov li dijminên xwe jî wiha nakin. Ji bo koçberiya însanan mirov ew qas jî bêehlaq nabe. Serê kolanên me girtine. Naxwazin em bi rehetî biçin û bên. Ev têr nake dê sibê şûn ve avê ji binî qût bikin. Ez ê bi vê extiyariya xwe avê ji ku bînim.”