5 siyasetmedarên kurd hatin berdan 2017-08-01 13:25:43 AMED – Li Bismilê di nav de hevserokên HDP û DBP’ê yên navçeyan jî hebûn 5 siyasetmedarên kurd hatin berdan. Li navçeya Bismilê ya Amedê di 26 tîrmehê de Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bismilê Refahî Baran, Hevserokên Rêxistina DBP’a Bismilê Gurbet Yalçinkaya û Mehmet Onat, rêveberên DBP’ê Mehmet Erdînç û Ahmet Guneş bi hinceta “îxbarê” heye hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barên îfadeyên li Midûriyetae polîsan her 5 siyasetmedar hatin berdan.