Destûra Kemalbay û 12 wekîlan hat dayîn 2017-08-01 13:48:03 STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay û 12 wekîl li gel hemû astengiyên polîsan heta parka Yogurtçu meşiyan û tenê destûra Kemalbay û 12 wekîlên bikevin nobetê hat dayîn biçin hundirê parkê. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) piştî duh li Amedê bi dawi bû îro dê li Parka Yogurtu ya Stenbolê berdewam bike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay û 12 wekilên HDP'ê ku ji bo tev li nobeta parkê bibin, ji avahiya HDP'ê ya Kadikoyê dest bi meşê kirin û li gel hemû astengiya meşiyan. HDP’iyan di meşe de dowîz û pankart hatin hildan, slogan berz kirin û jinan lîlandin. SLOGANÊN GEL BARÎKATÊN EWIL RAKIR Beriya meş bigîhîje parkê demek kurt di navbera heyeta HDP û polîsan de rageşî derket. Piştî rageşiyê polîsan barîkat rakir. Carek din girseyê dest bi meşê kir û vê carê jî heyet û welatî di têketina parkê de ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. SEKNA GIRSEYÊ DIDOME Di nav de ku KESK, DÎSK, TMMOB, TTB, gelek rêxistinên demokratîk û nûnerên partiyên siyasî, hunermend û rewşenbîr ku hene li ber parkê sekna wan didome. Girse bênavber slogana “Maf hiqûq û edalet” berz kir û jinan lîland. Piştî hevdîtinên li gel polîsan tenê destûra Kemalbay û 12 wekîlên bikevin Nobeta Wijdan û Edaletê hat dayîn. Sekna girseyê ya li derdora parkê jî didome. Li ser navê Koma HDP’ê Hevserok Kemalbay dê di komcivînê de biaxive.