Uca li ser AFAD'ê pirsname da Serokwezîr Bînalî Yildirim 2017-08-01 13:49:03 MÊRDÎN – Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, têkildarî derxistina êzîdiyên ji kampa AFAD'ê pirsname da Serokwezîrê AKP'î Bînalî Yildirim. Uca anî ziman ku ji bo kampa AFAD'ê ziyaret bikin ketina wan tê astengkirin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, têkildarî derxistina welatiyên êzîdî ya ji kampa AFAD'ê ya Mîdyatê pirsname da Serokwezîrê Tirkiye yê AKP'î Binali Yildirim. Uca, di pirsnameyê de diyar kir ku rayedarên kampa AFAD'ê di 29'ê Tîrmeha 2017'an de ji êzidiyên di kampê de gotine 'Hûn li vir mêvan in. Dema mêvantiya we qediya. Divê edî hûn vir vala bikin' û zor li wan kiriye ku kampê vala bikin. Dîsa şev nivê şeva girêdayî 1'ê Tebaxê 4 êzîdî bi zorê ji kampê derxistine. Êziyên niha li kampê dimînin berê jî rastî zordariyên gelek mezin hatibûn. Ji bo em pirsgirêkê di cih de lêkolîn bikin me serî li rayedarên AFAD'ê dan. Lê rayedarên AFAD'ê ketina me ya kampê asteng kir û destûr neda em têkevin kampê. Berê êzîdî ji kampa Şaredariya Yenîşehir a DBP'ê derxistin, niha jî wan ji vê kampê derdixin." Uca ji bo Bînalî Yildirim bibersivîne ev pirs pirsîn: * Êzîdîyên di 3'ê Tebaxa 2014'an de li şengalê rastî komkujiyê hatinû xwe avêtin welatê me, ji aliyê AFAD'ê ve ji kampê tên derxistin. Agahiya we heye gelo? * Hinceta derxistina êzîdîyan a ji kompa AFAD'ê çiye? * Tê gotin 4 êzidî şev nîvê şevê bi zorê ji kampê derxistin. Ev rast e? Sedema wê çiye? * Qetilkirina 5 hezar êzîdiyên ku Neteweyên Yekbûyî wekî komkujî bi nav kir, di zalvegera 3'ê Tebaxê de derxistina êzîdiyan a AFAD'ê sedema wê çiye? * Hêjmara êzîdiyên li kampa AFAD'ê ya Mîdyatê dimîne çiqas e? Hêjmara êzîdîyên dixwaze wan bi zorê derxin çiqas e? * Êzîdiyên bi zorê ji kampê tên derxistin wan dişîne ku? * Daxwaza ziyareta me ya Kampa AFAD'ê çima tê asteng kirin? Tiştên li kampê ji cemaweriyê tên veşartin çiye? ÇI JI ME VEDIŞÊRIN? Uca derxitina êzîdiyan ji kampa AFAD’ê ya Midyatê nirxand û wiha got: “Rasthatina derxistinê bi salvegera qetlîamê re ne tesadufe. Dîsan êzîdî bi ablukayê re rû bi rûne. Ji xwe êzîdî wek di girtîgehekê de dijîn. Me pêşniyar da meclîsê jî divê ev rewş bê nîqaşkirin. Destpêkê êzîdî di qampên şaredariyên DBP yî û GAP’ê de diman. Piştî kayum avêtin şaredariyên DBP’ê heman demê de kayum avêtin ser qampa êzdiyan jî. Demek dirêje em ji qampa AFAD’ê ya êzîdiyan agahî nagirin. Çend caran xwestin herin serdana wan, lê destûr nedan. Gelek car malbat li me geriyan gotin ‘em dixwazin ji vir derbikevin, mafê me li vê qampê tuneye. Vir wek girtîgehek servekiriye. Li AFAD’ê çi deqewime? Çima nahêlin parlementerên êzîdiyan herin wan bibînin. Çima nahêlin ji çapemenî û gel biçe nava gel? Îsal wek ku dîsan komkujî di meriyetê de be, Em ji bo vê pir xemgînin.”