Kesê kuçikê har pê girt, ji îhmalê mir 2017-08-01 15:03:12 AGIRÎ - Kesê ku li Agiriyê kûçikê har pê girt ji îhmalê jiyana xwe ji dest da Ji 2 kesên li Agiriyê kuçikê har bi wan girt Ahmet Yildiz ji ber îhmaliyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê jiyana xwe ji dest da. Adem Yildiz, diyar kir ku ew dê der barê nexweşxaneyê de serledana sûc bikin. Li gundê Qezerê yê Agiriyê Muhammed Polat ê zarok û Ahmet Yildiz rastî êrîşa kuçikên har hatin. Ahmet Yildiz (47) ku rakirin nexweşxaneya dewletê ya Agiriyê duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Xizmê Ahmet Yildiz Adem Yildiz, diyar kir ku ji ber îhmalkariya nexweşxaneyê ew dê serlêdana sûc bikin. Birayê Ahmet Yildiz Adem Yildiz, diyar kir ku birayê wî li nexweşxaneyê ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Weki ku bûyerek ji rêzê be tenê derziyek li birayê min xist û em bi şûnde vegerandin. Piştî demekê agirê laşê birayê min zêde bû. Dema me bir nexweşxaneyê gotin harbûna kuçik derbasi wî bûye. Hemû ji ber sersariya rayedarên nexweşxaneyê birayê min ji yana xwe ji dest da. Ez dê der barê rayedaran de serlêdana sûc bikim."