Dîsa polîsan bi maşîna zirxî zarokek kuşt 2017-08-01 17:27:40 STENBOL - Polîsan li qada Okmeydani ya Stenbolê bi maşîna akrep ya zirxî zarokê Sûriyeyî yê 8 salî Raşid Oso kuşt. Oso negihişt ser bijîşk jiyana xwe ji dest da. Polîsan dîsa bi maşîneya zirxî zarokek kuşt. Polîsên ku di 3'ê Gulanê de şev nîvê şevê li taxa Karşiyaka ya Navçeya Sîlopya ya Şirnexê Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) di xewde bi panzêrê kuştin, niha jî li Stenbolê bi maşîna zirxî zarokê 8 salî Raşid Oso kuşt. Polîsan li qada Okmeydani ya Stenbolê bi maşîna akrep zarokê Sûriyeyî Raşît Oso kuştin. Oso, dema li kolana Seyhanê bi bisikletê scooter lîstik dilist polîsan bi maşîna zirxî ya akrep ew eciqand û kuştin. Polîsan bi maşînê serê Oso pelçiqandin û di nava xwînê de hişt. Li ser qîrîna şêniyên taxê polîsên ku Oso rakirin Nexweşxaneya SSK ya Okmeydani di dêre Oso jiyana xwe ji dest da. Welatiye bû şahidê bûyerê anî ziman ku dema Oso bîsîkletê scooter diajot polîsan bi maşîna zirxî li wî qeliband û ew kuştin.