Zarokê polisan ew kuşt ji Kobaniyê ye 2017-08-01 22:34:57 STENBOL-Polîsan li qada Okmeydani ya Stenbolê bi maşîna zirxî zarokê sûriyeyî yê bi navê Raşid Oso (8) kuşt. Hat diyarkirin ku Oso ji Kobaniyê ye. Hat hînbûn ku zarokê b navê Raşîd Oso ku îro li Okmeydaniya Stenbolê wesayîta zirxî ya polîsan ew eciqand û jiyana xwe ji dest da, ji Kobaniyê ye. Li gor agahiyên bi dest ketin, apê Oso cenazeyê wî ji Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Okmeydaniyê wergirt. Her wiha xizmên Oso diyar dikin ku ew xwe nagihînin malbatê. Xizmên wî gotin ku ew çûne Ornektepeyê mala malbata Oso. Xizman diyar kir ku hemû wêneyên Oso û telefonên li malê hatine komkirin. 'POLÎS WÊNEYÊN RAŞÎD BERHEV KIRIN' Xizmên Oso, diyar kirin ku tenê wêneyên Oso û telefonên li malê hatine berhevkirin û wiha gotin: "Dibe ku polîsan ji bo bûyer neyê belavkirin û wêneyên Raşîd neyên parvekirin wêneyên Raşîd berhev kirine." Her wiha hat îdiakirin ku paşê polîsên sivîl jî hatine taxê û gef li niştecihên taxê xwarine.