Dixwazin li Rihayê projeyên çîroka wan betal çêbikin 2017-08-02 09:16:33 RIHA - Nûnerê Bajêr ê Odeya Plansazên Bajar a TMMOB'ê Selîm Açar, projeyên trambus û teleferîk ku Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê jêre dibêje "mega" nirxand. Açar, anî ziman ku 30 sal berê jî trambus hatibû ceribandin û ji ber zirarê hatibû terkirin û wiha got: "Projeyên trambus û teleferîkê dê xizmeta tu tiştî nekin." Li Rihayê danê êvarî û sibehê çûnhatin vediguhere eziyetê. Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê jî dixwaze bi projeyên teleferîk û trambus ku ji wan re dibêje projeyên "mega"yî vê eziyetê çareser bike. Lê belê, plansazên bajaran bertek nîşanî van projeyan didin. Nûnerê Bajêr ê Odeya Plansazên Bajar a TMMOB'ê Selîm Açar, projeyên "mega" yên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê nirxandin û got ku ev proje projeyên xisarê ne. Açar, da zanîn ku tenê mînaka trambusê li Meletiyê heye û ji roja ewil ve heta niha bûye cihê gelek arize û qezayan. Açar, got ku ji ber gihaniyê û çûnhatinê eware dike li Stenbolê di sala 1975'an û li Îzmîrê jî di sala 1986'an de hatiye terkandin. Açar, dest nîşan kir ku lê belê niha wek tiştekî nû be berpêşî Rihayê tê kirin. ’DERÎ AQILAN E KU 80-90 MILYON LI PROJEYEKE KU DÊ BIBE ÇOP BÊ XERCKIRIN' Açar, dest nîşan kir ku derî aqilan e ku 80-90 milyon lîre li projeyeke ku piştî 5 salan şûnde dê bibe çop bê xerckirin. Açar, diyar kir ku ji dêvla ku wesayîtên buha ku dê 2 kîlometreyên wan bi bataryayan derbas bibe bên kirîn, bila li rawestgehan pergalên ku bi lez şarjê tije dikin bên sepandin. Açar, got ev proje zû bi zû xera nabe û di warê veberhênaniyê de projeyeke mezin e. Açar wiha axivî: "Dê trambus bibin sedema qezayan û aloziya çûnhatinê. Bi ceryanê dixebite. Dema ceryan bê birîn dê piştî demekê şûnde pîla wê jî biqede. Lê belê mirov nikare mîsogeriya ku li Rihayê dema ceryan biçe dê di demeke kurt de bê bide. Dema tevî otobêsan li heman qadê bên bikaranîn, dê koordîneya wan û ya otobêsan çawa be? Ev pirsgirêk hemû li Meletiyê xwe dan der. Teqez em ê li Rihayê jî bi van pirsgirêkan re rû bi rû bimînin." Şaredarî hewl dide ku li navçeya Karakopruyê jî porjeya "teleferîkê" çêbike. Açar, der barê vê projeyê de jî diyar kir ku bi vê projeya teleferîkê tê xwestin ku taxên Akbayir û Esentepeyê bigihên hev, lê belê li van taxan pirsgirêka gihaniyê tune ye. Açar, bi bîr xist ku ev proje li Eskîşehîrê ji bo gihaniyê, li Bûrsayê ji bo turîzmê tê bikaranîn û wiha got: "Dê li Rihayê jî ne ji bo turîzmê ne jî ji bo gihaniyê bê bikaranîn." Açar, got ku maliyeta vê projeyê 30 milyon lîre ye û ev proje bê wate ye. ‘BILA LI QEREJDAXÊ TELESIYEJ BÊ ÇÊKIRIN' Açar, got ku ji dêvla projeya teleferîk ku tê payîn li navçeya Karakopruyê bê çêkirin, bila li herêma Qerejdaxê ya navçeya Sêwregê Telesiyej bê çêkirin. Açar got ku li vê herêmê her sal 5 meh turîzma zivistanê heye.