Pêşengê Rûhanî Yildiz: Demidlest dev ji vê xeletiyê berdin 2017-08-02 09:18:31 WAN - Qeyûm li ser Goristana Ermeniyan û Girê Dîlkayayê tuwalet, otopark û kabînên jixwekirinê yên Plaja Gel çêkirin. Pêşengê Rûhanî yê Dêra Protestan a Wanê Vahît Yildiz bertek nîşanî vê nêzîkatiya qeyûm da û wiha got: "Divê rayedar demildest dev ji vê xeletiya xwe berdin." Qeyûmê tayînî Şaredariya Artemêtanê hat kirin, tuwalet, otopark û kabînên jixwekirinê yên Plaja Gel li ser Goristana Ermeniyan û Girê Dîlkayayê ku wek Qada Sîtê ya Pileya 1'emîn hatibûn îlankirin çêkir. Pêşengê Rûhanî yê Dêra Protestan a Wanê Vahît Yildiz bertek nîşanî vê nêzîkatiya qeyûm da. Yildiz, got ku di warê wijdanî û etîkê de jî ne rast e ku li ser goristanan û cihên pîroz tuwalet, kabînên jixwekirinê hwd. bên çêkirin. Yildiz, dest nîşan kir ku divê demildest ev xeletî bê rastkirin û wiha axivî: "Mirov vê bi zanebûnî çêkirin an? Nizanim. Lê ev ne tiştekî rast e. Teqez divê ev xeletî bê rastkirin. Divê rêza mirov li hemberî nirxên olî hebe. Çimkî hîn jî li vê xakê em di nav hevde dijîn. Divê rêza me ji mabet û îbadetxaneyên me re hebe. Ev tiştên hatine kirin em zaf xemgîn kirin." ‘NE ETÎK Û RAST E' Yildiz, anî ziman ku hestiyên goristanan weşiyane û wiha got: "Mirov çawa hay ji vana çênabe û projeyeke wisa çêdikin? Bi rastî jî cihê xemgîniyê ye. Em ê heta dawî şopdarê vê rewşê bin. Beriya her tiştî divê em wek mirov bifikirin. Ez vê wek tiştekî dîrokî û arkeolojîk nafikirim. Ez wek mirovekî oldar di warê wijdanî de difikirim. Ev ne etîk û rast e. Di tu olê de cihê wê tune ye ku mirov li ser goristanan û dêran tuwalet, cihê avlixwekirinê çêbike. Ew der gir e û ji bo me nirxeke dîrokî ye." Yildiz, bi bîr xist ku peravên mezin ên Gola Wanê hene û wiha domand: "Dikarin plajê li cihekî din çêbikin. Heke bi zanebûnî li ser wê mabedê çêkiribin, bi rastî jî ev cihê şermê ye. Ne mumkun e ku rayedar nizanbûne ew der gir û goristan e. Çimkî hemû gundiyên wir dizanin ku ew der dêr û goristan e. Aîdî kîjan ol û nîjadê dibe bila bibe ne rast e ku mirov li ser mabedan tiştan ava bike. Hêviya me hemûyan ew e ku divê rayedar demildest dev ji vê xeletiya xwe berdin."