Hempîşeyên Alayumat: Girtina Erdogan Alayumat nayê qebûlkirin 2017-08-02 09:19:03 EDENE – Hempîşeyên nûçegihanê me Erdogan Alayumat, bertek nîşanî girtina wî dan. Hempîşeyên Alayumat ên li Edenê wiha gotin: “Ji ber nûçeyan çêkirin hat girtin, ev yek nayê qebûlkirin." Nûçegihanê me yê dihaberê Erdogan Alayumat di 13’ê Tîrmehê de li Islahiyeyê hatibû binçavkirin û piştî 15 rojên binçavkirinê bi îdiaya “Sirên dewletê aşkerekirine” hat girtin. Alayumat li ser xeta sînor a Dîlok-Hatayê gelek nûçeyên mezin çêkiribûn û rastî ragihandibû raya giştî. Li ser girtina Alayumat her çiqas çend roj derbas bûbe jî, lê hempîşeyên wî girtina wî qebûl nakin. Hempîşeyên Alayumat ên li Edeneyê bertek nîşanî girtinê Alayumat dan. 'EM ERDOGAN NAS DIKIN EW ROJNAMEGER E’ Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Volkan Pekal diyar kir ku ew Erdogan, li Mêrsîn û Edenê bi nûçeyên çêkiriye dinase û wiha got: “Hevalê me rojnameger tenê ji ber çêkirina nûçeyan hat girtin. Ji ber çêkirina nûçeyan girtina rojnamegerekî nayê qebûlkirin. Li Tirkiyeyê bi dehan rojnameger girtîne û li cîhanê jî di rêza ber bi dawiyê de cih digire. Tirkiye bûye welatê rojnamegerên girtî.” Pekal da zanîn ku çêkirina nûçeyan nabe sedema sûc, rojnamegerî ne sûce û daxwaz kir ku Erdogan Alayumat û hemû rojnameger demildest bên berdan. ‘AŞKEREKIRINA KIRINÊN QIRÊJ ZORA WAN DIÇE’ Nûçegihana Gazete Şûjin a herêma Çukurovayê Fîlîz Zeyrek jî dest nîşan kir ku rojnamger bi awayekî derhiqûqî tên binçavkirin û girtin. Zeyrek diyar kir ku rojnamegerên ku sosretiyên AKP'ê derdixin holê hedef û tên girtin û ji ber ku Alayumat kirinên qirêj ên dewletê ku ji gel veşartiye kiriye nûçe hat girtin. Zeyrek da zanîn ku AKP ji bo rojnamegeran bêdeng bike serî li hemû rêbazî dide û dê nikaribe çapemeniya azad û muxalîf bêdeng bike. Zeyrek got ku ew ê têkoşîna Apê Mûsa û hemû rojnamegerên hatin qetilkirin û rojnamgerên girtî li ser milên xwe wek erkekî bibînin û bide meşandin.