Nobeta Wîcdan û Edaletê li Yogurtçu bi paqijiyê dest bi rojê kir 2017-08-02 10:11:30 STENBOL - Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê di 1'ê Tebaxê de bi 12 parlamenteran dest pê kir, bi paqijiya derdorê û wersîşê dest bi rojê kir. Di nava rojê de nobet dê bi ziyaretên sendîkayan û rêveberên CHP'ê bidome. Nobeta Wîcdan û Edaletê ku HDP'ê bi dirûşmeya “Em ranewestin, bêjin raweste û faşîzmê bidin rawestandin" di 25'ê Tîrmehê de li Parka Ekîn Ceren a Amedê dest pê kir, di 1'ê Tebaxê de li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê 12 wekîlên HDP'ê degir girt. Nobeta Wicdan û Edaletê ya wekîlên HDP'ê li Parka Yogurtçu di roja duyemîn de serê sibê bi paqiijiya derdorê, werzîş û meşê dest bi rojê kir. Wekîlên HDP'ê û reveberên HDP'ê heta derengê şevê sohbet kirin û geşedanên li Tirkiye şirove kirin. Piştî lîstika Vampir Koylu temaşe kirin razan. Bi şev bi dorveger nobet girtin. Wekîl serê sibê bi tîrêjên rojê re hişyar bûn, pataniyê xwe kom kirin û dest bi paqijiya derdorê kirin. Piştre werzîş kirin. Wekîlan piştî meşê û taştê pirtûk xwendin. Li bendê ye di nava rojê de saet di 11.00'an têkidarî geşedanên nava rojê wekîl daxuyaniyê bidin. Saet di 14.00'ê nava rojê de jî li bendê ye sendîka û saziyên civakî wekîlên HDP'ê ziyaret bikin. Dîsa li bendê ye ku Serokê CHP'ê yê Stenbolê Cemal Canpolat û heyeta pêre wekîlan ziyaret bike. Li ser banga rêxistina HDP'ê ya Stenbolê jî saet di 12.00'ê nava rojê de bi tevlêbûna endam û rêveberên HDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî dê bimeşin Qada Yogurtçu. Meşa saet di 19.00'an de ji Kalkedonê ya Kadikoyê dest pê bike jî dê saet di 19.45'an de bi tevlêbûna DİSK, KESK, TMMOB, TTB'ê li Altiyol a Kadikoyê bigêjin hev û ji wir bimeşin Parka Yogurtçu.