Bila 3’yê Tebaxê bibe Roja Çalakiya Navneteweyî ya li Hemberî Qirkirin û Qirkirina Jinan 2017-08-02 11:08:44 AMED - Kongreya Civaka Demokratîk bi minasebeta salvegera 3'ê Tebaşa 2014'an a 73'emîn fermana êzîdiyên Şengalê daxuyanî da û xwest 3’yê Tebaxê bibe “Roja Çalakiya Navneteweyî ya li Hemberî Qirkirin û Qirkirina Jinan”. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta salvegera êrîşa DAÎŞ'ê ya li dijî Şengalê û gelê êzîdî daxuyaniyek da. KCD'ê diyar kir ku 3 sal berê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi destên DAIŞ’ê êrîşî cih û warê pîroz û qedîm Şengalê kirin û li ser civaka êzidî komkujî pêk anîn û wiha cih da daxuyaniyê: "Dewletên emperyalîst-mêtinger û hevkarên herêmî bi sedsalan e di serî de li ser gelên Kurdistanê, li Tirkiye û Rojhilata Navîn komkujî û qirkirinê dimeşînin. Li Rojhilata Navîn a ku bûye cihê şerê mezheb û olan herî zêde li ser civaka êzidî komkujî pêk hatiye û civaka êzidî di dîroka xwe de bi 73 fermanan re rû bi rû man. 3 sal berê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi destên çeteyên DAIŞ’ê êrîşî cih û warê pîroz û qedîm Şengalê kirin û li ser civaka êzidî komkujî pêk anîn. Bi vê komkujiyê xwestin di şexsê jinên êzidî de şoreşa Rojava a bi pğêşengiya jinan pêşketiye ji holê rakin. Ev çeteyên dijminê mirovahiyê li aliyekî civaka êzidî di qirkirinê de derbas kirin, di aliyê din de jî bi hezaran jinên êzidî kirin kole, li bazaran firotin û bi îşkenceya zayendî re rû bi rû man. Êzidiyên ji destên çeteyan xilasbûn û hatin Tirkiyeyê niha li wargehên AFAD’ê hatine bicihkirin. Rewşa êzidiyê li wargehan tên girtin ji rewşa êzidiyên di destên çeteyan de ne tune ye. Diktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçeli wargeh li êzidiyan kirina cihê zilm û îşkenceyê. Divê ku kes li hemberî vê hovîtiyê dêdeng nemîne û êzidiyan bi pêkanînên hovane re rû bir û nehêlin. Îro civaka êzidî Şengalê bi parastina cewherî û hêza xwe diparêzin, bi pêşengiya jinên êzidî li Reqqayê di ‘Cenga Mezin” de li dijî çeteyan şer dikin û ev yek ji bo ezidiyan destkeftiyeke mezin e. Xwedîderketina van destkeftiyan û ji bo em careke din êzidiyan bi fermanên nû re rû bi rû nehêlin peywir û berpirsyariya dîrokî dikeve ser milê herkesî. BANG Em wekî Kngreya Civaka Demokratîk diyar dikin ku heke di 3’yemîn salvegera komkujiya Şengalê de hê jî jinên êzidî di destên çeteyan de ne û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li bi tu aawayî nayê qebûlkirin. Li ser vê bingehê em piştgiriyê didin pêşniyaza jinên êzidî ku 3’yê Tebaxê bibe “Roja Çalakiya Navneteweyî ya li Hemberî Qirkirin û Qirkirina Jinan” û daxwaz dikin ku ji bo ev pêşniyaz were qebûlkirin her kes bi awayekî çalak têkevin nava liv û tevgerê. HER KES XWEDÎ LI KAMPANYA TAJA DERKEVIN Her wiha bang li hemû jinan dikin ku beşdarî kampanyaya TJA’yê ya bi şîara “Em ê Qirkirinên Jinan Rawestînin, Jiyanê Azad Bikin” starta wê sibe li Êlihê were dayîn bibin û divê her kes xwedî li vê kampanyayê derkevin.