Rojnameger Dogru 9 rojin di bin çavan de ye 2017-08-02 12:01:43 AMED - Rojnameger Rojhat Dogru yê 25’ê Tirmehê hat binçavkirin 9 rojan di bin çavan de tê girtin. Dogru ku duh li midûriyeta polîsan îfadeya wî hate girtin, li bendê ye îro derxin pêşberî dozgeriyê. Kameravanê Televizyona NRT’ê ku li herêma Federal a Kurdistanê weşand dike Rojhat Dogru, di 25’ê Tirmehê de di serdegirtinên malê de hatibû binçavkirin. Dogruyê 9 rojan li Midûriyeta Polisan a Amedê tê rawestandin. Dogru ku duh îfadeya wî hate girtin, li bendê ye îro sewqî dozgeriyê bikin. Rojnameger Dogru ji wêneyên di 6 û 8 Cotmeha 2014’an de kişandibû û di televizyona Galî Kurdistan de hatibû weşandin hate sucdarkirin. Dogru, di bûyerên 6-8’ê Cotmehê de li Amedê ji ber dîmenên tomar kiribû bi sivikî birîndar bibû. Dogru ji ber dîmênên ku tê sucdar kirin di 2014’an de ji aliye Cemîyeta Rojnamegerên Başurê Rojhilat ve xelata ‘dîmên herî baş’ stendibû.