ÎRA: Li Tirkiye 171 rojnameger girtî ne 2017-08-02 12:57:06 AMED – ÎRA rapora binpêkirina mafê rojnamegeran û êrîşên li ser saziyên çapemeniyê ya meha tîrmehê aşkere kir. Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan, diyar kir ku Tirkiye her ku diçe dibe girtîgeha rojnamegeran. Boltan, da zanîn ku niha li Tirkiye 171 rojnameger girtî ne. Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) bi boneya binpêkirina mafên rojnamegeran û êrîşên li ser saziyên çapemeniyê ya Tîrmehê aşkere bike li avahiya Şaxa ÎHD’a Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Rapor bi kurdî û tirkî hat xwendin. Rapora kurdî berdevkê Înîsiyatîfê Hakki Boltan û ya tirkî jî rojnameger û Midûrê Ozgur Gun TV ya bi KHK'ê hat girtin Omer Tur xwend. Boltan diyar kir ku binpêkirina mafên rojnamegeran, zext û zorên li ser rojnamegeran tê kirin dibe sedem ku her roj hinek din Tirkiye ber bi welatên ku naye xwestin ve diçe û herî dawî pirsgirêkên ku bi Yekîtiya Ewropayê re hat jiyîn vê rastiyê derdixe holê. Boltan da zanîn ku rapora meha tîrmehe ya binpêkirina mafê rojnamegeran rewşa Tirkiyê radixîne ber çavan. ‘TIRKIYE WELATÊ ROJNAMEGERÊ GIRTÎ YE’ Boltan anî ziman ku her çiqas di meha tîrmehê de 9 rojnameger ji girtîgehan serbest hatin berdan jî lê hêjmara girtiyên di girtîgehên Tirkiyeyê de dimînin 171 kese û wiha got: “Bi gotineke din, hejmara girtiyên rojnameger ên li Tirkiyeyê ji hejmara girtiyên girtî yên ji cîhanê pirtir e. Ev jî rave dike ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafên rojnamegeran ji hemû binpêkirinên ku li cîhanê li rojnamegeran tê kirin pirtir e. Ev karne ji bo hikûmet û dewletekê karneya herî xirab e.” ‘GIRTINA ALAYUMAT MÎNAKEK DAWÎ YE’ Boltan da zanîn ku karneyê binpêkirina mafên rojnamegeran a li Tirkiyê bi destê hikûmeta AKP’ê hatiye afirandin û wiha domand: “Tişta ji vî xirabtir jî, hikûmeta AKP’ê bi dest û çar lepan xwedî li karneyê dertê û diparêze. Siberoja desthilatdariya xwe jî li ser karneyeke wisa ava dike. Ji ber vê hişmendiya xwe ye ku xebatên rojnamegeran yên rojnamegeriyê wek kar û barê casusiyê diyar dike û wan diavêje girtîgehan. Mînaka girtina nûçegihanê Dihaberê Erdogan Alayumat mînakeke li ber çavan e. Ji ber tewambariya casusiyê girtina rojnameger Alayumat herî kêm bi qasî ya rojnameger Can Dundar û Enîs Berberoglu xeternak e û nayê qebûlkirin.” Boltan destnîşan kir ku li Kurdistanê azadkirina rojnamegeriyê dê li Tirkiyeyê yekser ji bo her tiştê derfetê azadiyê bide afirandin û ew dê wek ÎRA’yê girtin û binpêkirina mafên li ser rojnamegeran qebûl nekin. Boltan rapora ÎRA’yê ya xal bi xal wisa aşkere kir: * 171 rojnameger girtîne * 25 rojnameger hatin binçavkirin. (8 ji wan rojnamegerên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ne) * 41 rojnameger hatin darizandin. * 5 rojnameger hatin girtin. * 6 rojnameger derbarê wan de doz hat vekirin. * 5 TV lisansa wan ji aliye RTUK’ê ve hat betalkirin * 3 rojnameger rastî 9 sal, 10 meh û 7 roj cez hatin. * 3 malperên înternetê ji aliye BTK’ ve 16 car hatin astengkirin. * 3 rojnameger hatin kuştin. * 9 rojnameger jî hatin berdan.