Heyeta HDP'ê hat Şirnexê 2016-12-11 14:15:57 ŞIRNEX - Heyeta HDP'ê ji bo serlêdana gel hat Şirnexê. Heyeta Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ku ji Wekîla Serokê Meclîsê û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan, Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar pêk tê ji bo serlêdana gel hatin Şirnexê. Heyet ji hêla Parlementera bajêr Aycan Îrmez û endamên partiya DBP û HDP'ê hat pêşvazîkirin. Rêxistinên navçe, bajar û bajarokên Şirnexê jî bejdarî ziyareta heyetê bûn. Heyet destpêkê esnafên kolana Qilabanê ziyaret kirin. Heyet ji hêla welatiyan bi kêfxweşî hat pêşvazîkirin. Hinek welatî jî bi xemgînî gazincancên xwe li heyetê kirin. Welatiyekî jî ji heyetê re got "Me bi tenê nehêl in!". Buldan jî bersiv da welatî û got "em tu carî we bi tenê nahêl in". Dayikek jî tilîlî kişand û got "tu carî gelê ku serê xwe li ber tu kesî natewîne." Heyet di serlêdanê de pirs û pirsgirêkên gel guhdar kirin û her tim bi wan re wêne kişandin. Heyet piştî serlêdana gel dê bi Baroya Şirnexê re hevdîtinê pêk bînin.