Komeleyê herêmê nobet ziyaret kirin polîsan asteng kirin 2017-08-02 14:38:13 STENBOL – Platforma Komeleyên Herêmê yên Demokratik, Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ya Parka Yogurtçu ziyaret kir. Girseya ku xwest ji Qada Kalkedon heta Parka Yogurtçu bimeşe jî rastî êrîşa polîsan hat. Nobeta Wîcdran û Edaletê ya HDP'ê piştî li Amedê bi dawî bû li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê di roja 2'emîn de bi ziyaretan didome. Di roja duyemîn de piştî CHP OSP'ê niha jî Platforma Komeleyên Herêmê yên Demokratik nobeta HDP'e ziyaret kir. Girseya ku xwest ji Qada Kalkedon heta Parka Yogurtçu bimeşe rastî êrîşa polîsan hat. Platform piştî gihişt Parkê wekîl ziyaret kir û li Parkê daxuyanî da. Serokê Platformê Abdulhakim Daş, li Parka Yogurtçu daxuyanî da û xwest herû kesên wîcdan û edaletê dixwazen tev li nobetê bibin û piştgiriyê bidin nobetê. Daş, anî ziman ku ji bo gel bên cem hev û piştevaniyê xurt bike çi pêwist be dê bikin. GIRSE RASTÎ ÊRÎŞA POLÎSAN HAT Li aliyê din girseya ku li Qada Kalkedonê kom bûn û xwestin heta Parka Yogurtçu bimeşin jî rastî astengî û êrîşa polîsan hat. Piştî polîsan girse asteng kir, di navbera polîs û girsê de niqaş derket. Li ser navê girsê Hevserokê HDP'ê yê Kadikoyê Ercan Demir diyar kir ku li cihê edalet û wekhevî tune be alozî û neheqî heye. Piştî daxuyaniyê girse meşiya Parka Yogurtçu. Girseya ku hat pêş parkê dîsa rastî astengiya polîsan hat.