Parlamenterê HDP'ê Botan hat berdan 2017-08-02 16:34:16 WAN – Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan piştî li edliyê îfade da hat berdan. Parlamenterê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) yê Wanê Lezgin Botan li Balefirgeha Ferit Melen a Wanê hat binçavkirin. Botan, ku bi hinceta “Heqaret li Serokomar kiriye" doz lê hatiye vekirin hat binçavkirin. Botan, piştî li dozgeriyê îfade da serbest hat berdan.