Bavê di teqînê de kurê xwe winda kir: Ez naxwazim kurê min bibe şehîd 2016-12-11 14:43:04 STENBOL - Bavê Xwendakarê Fakulteya Tibê yê Zanîngeha Başkentê Berkay Akbaş ê di teqînê de jiyana xwe ji dest da Salîm Akbaş, bi gotinên "Dê sibe gul deynin û tiştek din nakin. Ez naxwazim kurê min bibe şehîd. Kurê min hat qetilkirin" bertekên xwe anîn ziman. Xwendakarê Fakulteya Tibê yê Zanîngeha Başkentê Berkay Akbaş (22) ê ji bo dawiya hefteyê bi malbata xwe re derbas bike ji Enqereyê hat Stenbolê di teqîna li Stada Arena Vodafone jiyana xwe ji dest da. Akbaş, ji ber parçeyê li laşê wî ket bi giranî birîndar bû di ambulansa pê rakirin nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. 'EV QAS HÊSAN Û ERZANE' Bavê Akbaş Salîm Akbaş ku cenazeyê kurê xwe girt diyar kur ku ew naxwaze kurê wî bibe "şehîd" û wiha got: "Xwendekarê refa 2'emîn ê fakulta tibê bû. Ji bo du rojan bigerin hatibû. Bi tesadufî texsî li wir re derbas dibe. Hemû ev bû. Hesadufiya wiha ev qas hêsan û erzane. Ji bo vê şehîd. Na ez naxwazim kurê min bibe şehîd. Ew hat qetilkirin. Ez tiştek din nabêjim. Xeyala wî bûyîna doktor bû. Alîkariya mirova kirinbû. Lê ez niha wî bi wesayîta cenazeyê dibim. Ger tenê bi şermezarkirin teror bi dawî bûbûya em bi salane şermezar dikin. Dê sibe gul deynin û tiştek din nakin. Ez naxwazim kurê min bibe şehîd. Kurê min hat qetilkirin." Berkay Akbaş, di yekemîn salvegera berxwedana Geziyê de di tora xwe ya civakî de wêneyê berxwedanê parve kiribû.