Yek ji kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest daye ajokarê mînîbusê ye 2016-12-11 15:43:14 STENBOL - Yek ji welatiyên ku di teqîna li Beşîktaşê de jiyana xwe ji dest daye ajokarê mînîbusê Velat Demîroglu yê ji Amedê ye. Hat zanîn ku yek ji 7 welatiyên sivîl ên di teqîna li Beşîktaşa Stenbolê de jiyana xwe ji dest dane ajokarê mînîbusê Velat Demîroglu yê 24 salî ye. Hat diyarkirin Demîroglu ku li ser nifusa gundê Yaprakbaşi ya Çinara Amedê qeyt kiriye, dema şevê di trafîkê de radiweste û di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye. Demîroglu ji ber qetlîama Enqereyê li ser hesaba xwe ya facebookê de ve parvekirin kiribû: "Nêrîna wî çidibe bila bibe, peywira wî çi dibe bila bibe em mirinan naxwazîn. Tu sedem ji jiyana mirovan bi nirxtir nîne."