4 cenazeyên HPG’iyan 28 roje li Çemçê disekinînin 2017-08-03 12:48:22 QERS – Di bomberankirina herêma Çemçê ya Qersê de ji 5 endamên HPG’ê ku jiyana xwe ji dest dabûn cenazeye 4 HPG’iyan 28 roje li heman cihî tê rawestandin. Bi hinceta “Operasyon heye” destûrê nadin malbatan ku cenazeyê zarokên xwe bînin. Dê malbat ji bo wergirtina cenazeyan îro serî li Walîtiya Qersê bidin. Li herêma Çemçê ya girêdayî navçeya Kaxizman a Qersê di 6’ê tîrmehê de herêm hat bomberankirin. Di bomberanê de endamên HPG’ê Omer Ozerk (Botan Êrîş), Mehmet Bîrgul (Simko Agirî), Ferît Polat (Taylan Ozgur), Serhat Boztaş (Dara Hemzê) û HPG’iyek nasnameya wî ne diyar jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Serhat Boztaş ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û definkirin. Cenazeyê 4 HPG’iyan 28 roje li qada pevçûnê tê rawestandin. Destûrê nadin malbatên wan ku biçin ji herêmê cenazeyên zarokên xwe werbigirin. Bi hinceta “Operasyon dewam dike” nahêlin ku malbat biçin cenazeyên xwe bînin. HINCETA ‘LI HERÊMÊ OPERASYON HEYE’ Malbatan da zanîn ku piştî navên zarokên wan aşkere bûn ewil ew çûn Saziya Tiba Edlî ya Erziromê û malbat hîn bûn ku cenazeyê zarokên wan ne li wir e vegeriyan Qersê û serî li Serdozgeriyê ya Komarê dan. Pişt re malbat arasteyî Dozgeriya Komarê ya Kaxizmanê hatin kirin lê malbat bi hinceta “Li herêmê operasyon didome” tên astengkirin. ‘HER TIŞT DI DESTÊ WALÎ DE YE’ Bavê Ferît Polat, Haci Polat destnîşan kir ku tu saziyek nemaye ku serî lê nedane û wiha got: “Em diçin dozgeriya Kaxizmanê lê ji me re dibêjin ‘li herêmê operasyon heye û herêmek talûkeye. Serî li Walîtiya Qersê bidin. Hemû erk di destê walî de ye. Tenê walî dikare destûrê bide.’ Her tim bersivên neyînî didin me.” MALBAT DI WESAYÎTAN DE RADIKEVIN 3 hefteye du malbatên ji Bazîdê û malbatek ji Semsûrê hatine Qersê di wesayîtan de radikevin û radibin. Tê payîn ku malbat dê îro bi hevkariya Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Alî Adiyaman serî li Walîtiya Qersê bidin.