Rapora otopsiya Fendîk aşkere bû: Bi guleyekê hatiye kuştin 2017-08-03 14:19:39 COLEMÊRG – Teqez bû ku karkerê înşatê Necmettîn Fendîk ê ku li Geverê hatibû qetilkirin bi çekê hatiye kuştin. Di rapora otopsiyê de hat tespîtkirin ku Fendîk bi guleyekê hatiye kuştin û mesafeya guleyê wek “Nayê zanîn” qeyd kirin. Li taxa Gungor a Gevera Colemêrgê di 17’ê tîrmehê de polîsan bi ser mala karkerê înşatê Necmettîn Fendîk de girtibû û ew qetil kirin. Rapora otopsiyê ya Fendîk bi encam bû. Rapora otopsiyê ku ji aliyê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herema Wanê ve bi encam bû, hat teqezkirin ku sedemê kuştina Fendîk guleya çekê ya bi agir e. Di roparê de mesafeya guleyê wek “Nayê zanîn” hat nîşandan. BI YEK GULEYEKÊ HATIYE KUŞTIN Di raporê de hat diyarkirin ku li nêzî aliyê rastê ber bi kêleka sitû ve 9 cm li kêleka jorê 11 înîzyonên emeliyatê hatiye tespîtkirin. Hat destnîşankirin ku guleyekê îsabetî bedena wî kiriye. Hin mînakên xwînê û bedena Fendîk ji bo hin tespîtên berfireh şandin Saziya Tiba Edlî ya Erziromê.