Di 3'emîn salvegera komkujiya êzîdiyan de li her derê çalakî 2017-08-03 14:56:05 NAVENDA NÛÇEYAN – Di 3'emin salvegera êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Şengalê û komkujiya ezidiyan de li 9 navendan daxuyanî hat dayîn û komkujî hat şermezarkirin. Di daxuyaniyan de hat diyar kiri ku kev komkujî di qata navneteweyî de wekî sûcê li dijî mirovahiyê hatiye qebûlkirin, lê Tirkiye hêj êrîş şermezar nekiriye. Komên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî êzîdiyên Şengalê kirin. PDK'ê ku ewlehiya Şengalê digirt Şengal, berda û ji DAIŞ'e reviyan. Piştî ku PDK'ê parastina Şengalê berda, DAIŞ ket Şengalê û dest bi komkujiyê kir. Di ser komkujiya Şengalê re 3 sal derbas bûn. Bi hezaran zarok û jin ji Şengalê derketin û bûn koçber. Bi hezaran jin dîl hatin girtin û hatin kuştin. Di êrîşê de DAIŞ'ê mal û milkên êzîdiyan talan kirin û wêran kirin. Piştî PKK bi hawara Şengalê çû û koorîdora jiyanê vekir bi hezaran Êzîdiyên Şengalê ji kuştinê rizgar bûn. Bi minasebeta salvegera 3'ê Tebaxa 2014'an li 8 navendan daxuyanî hat dayin û komkujî şermezar kirin. Navenda GişTî ya HDP'ê bi daxuyaniyek nivîskî 73’emîn Fiermana Êzidîyan şermezar kir. HDP'ê, di daxuyaniyê de diyar kir ku ew komkujiya êzîdîşan şermezar dikin û kesên di Şengalê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin. HDP'ê anî ziman ku di êrişê de nêzî 5 hezar zarok û jinên êzîdiyên kurd hatin qetilkirin û nêzî 200 hezar kurd ji cih û warên xwe koç bûne. HDP'ê destnîşan kir ku ev komkujî ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve wekî 'Komkujiya Êzidîyan" hat pênasekirin û Komîsyona Lêkolîna Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) wekî komkujî pênase kir. Navendê da zanîn ku hêzên navneteweyî ev komkujî wekî sûcê li dijî mirovahiyê qebûl kir, lê Tirkiye hêj ev komkjî şermezar nekiriye. HDP herî dawi destnişan kir ku ew her dem li pişt êzidiyên kurd in û êzîdiyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin. EDENE Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Edeneyê bi heman armancê li avahiya HDP'êya Edeneyê civîna çapemeniyê pêk anî û komkujî şermezaer kir. Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural, daxuyanî da komkujî şermezar kir. MÊRSÎN Melîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê jî li avahiya HDP'ê ya Mêrsînê civîna çapemeniyê pêk anî. Jinan dowîza “Jinên Êzidî ne bi tenê ne" vekirin û komkujî şermezar kirin. Li ser navê jinan Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Hatice Şahin, daxuyanî da diyar kir ku şer jinê dike hedef û hemû komkujî şermezaer kirin. ANTALYA Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Antalya jî li pêş Peykerê Atalos ya navçeya Muratpaşa kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di bin dorpêça polîsan de cilên sipî li xwe kirin û çalakiya bêdeng pêk anîn. RIHA Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya HDP'ê ya Rihayê bi heman armancê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li ser navê jinan Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu daxuyanî da. Surucu, diyar kir ku di komkjiya êzîdiyan de hedef dîsa jin bûn û komkujî şermezar kir. STENBOL Platforma Têkoşînê ya Ji bo Jinên Bi Darê Zorê Hatin Desteserkirin jî bi heman armancê daxuyanî dan. Jin li pêş Opera Sureyya ya Kadikoyê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê û Berdevka Koma Meclîsa Jinan a HDPê Dîlan Dîrayet Taşdemîr Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyiğit, Endamên înisiyatifa Dayikên Şemiyê û gelek saziyên jinan amade bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta "Me komkujiya jinan û komkujiya êzîdiyan me ji bîr nekir em ji bîr nakin" vekirin. Jinan wêneyê jinên êzîdi û dowîzên "Hêrsa me sînoran nas nake" û "Em jin in, bi hêrs in û li pişt mafê xwe ne" bilind kirin. Jinan bê navber silogana "Jin jiyan azadi" berz kirin. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Bi tirkî Ayşe Berktay, komkujiya Şengalê şermezar kir û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Komê piştî daxuyanî da Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Parka Yoğurtçu 3 rojin berdewam dike ziyaret kir. Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) jî li pêş Navenda Lêkolînan a Dersimê yali Beyoglu bi heman armancê daxuyanî da. Hevseroka DAD'ê ya Stdnbolê Nergiz Gazel, li vir daxuyani da û komkujî şermezar kir. MÊRDÎN Li Mêrdînê jî nunerên TJA, HDP, DBP, Dayikênk Aştiyê, Platforma Têkoşînê ya Ji bo Jinên Bi Darê Zorê Hatin Desteserkirin, bi heman armancê li avahiya HDP'e ya Mêrdînê daxuyanî da û komkujî şermezar kirin. Endama Meclîsa DBP'ê Semire Kut, daxuyani da û komkujî şermezar kir. ŞIRNEX Jinên Şirnexê jî li avahiya HDP'ê ya Cizîrê kom bûn û bi heman armancê daxuyanî dan. Li ser navê Jinên Şirnexê endama Meclîsa HDP'ê Nuran İmir daxuyanî da û êrîşa DAİŞ’ê ya li dijî Şengalê û komkujiya êzîdiyan şermezar kir. Pişti daxuyaniyê bi deqeyek bêdengî jinên hatin qetilkrin bibir anîn.