Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re red kirin 2017-08-03 15:10:23 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe re sibê hevdîtin bikin cara 676'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana parêzeran cara 676'an hat dedkirin. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Faik Ozgur Erol, Ebru Gunay û Îbrahim Bilmez bi armanca bi muwekilê xwe re sibê hevdîtin bikin cara 676'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana parêzaran cara 676'an bi hinceta li gorî zagona hêjmar 5275'an a der barê hikûmdaran de bi sînorkirina mafan, red kirin. Parêzeran ji 27'ê Tirmeha 2011'an heta niha 676 caran serî li serdozgeriya komarê dan û her dem serlêdana wan bi hincetên cuda hat redkirin.