Êzidiyên li Kampa AFAD’ê di bin dorpêçê de qetlîam şermezarkirin 2017-08-03 20:00:08 MÊRDÎN- Êzidiyên li Kampa AFAD a Mîdyadê, di bin qedexeyê de û bêyê çapemenî 3’emîn salvegera Komkujiya Şengalê şermezar kirin. DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir û di vê êrîşê de bi sedan kes hatin qetilkirin, bi sedan jin û zarok hatin desteserkirin û bi hezaran kes koçberî welatên derdor bûn. Yek ji van welatan jî Tirkiye ye. Êzidiyên koçî Tirkiyeyê bûn hinek ji wan li Kampa Fidanlikê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û hinek jî li Kampa AFAD’ê ya Midyadê bi cih bûbûn. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, êzidiyên li Kampa Fîdanlikê jî anîn Midyadê. Niha êzidiyên li Kampa AFAD’ê bi zext û zordariyan re rû bi rû ne. BÊYÎ ÇAPEMENÎ DAXUYANÎ DAN Yek ji van zextan jî di roja 3'yemîn salvegera komkujiya Şengalê de kamp di bin ablukayê de ye. Êzidiyên Kampa AFAD’ê ya navçeya Midyad a Mêrdînê di 3’emîn salvegera qetlîama Şengalê di bin dorpêçkirinê de komkujî şermezar kirin. Lewre rêveberên kampê destûr nedan ku ezidî derkevin û komkujiyê şermeza bikin. Her wiha destûra çapemniyê jî nehat dayîn û ezidiyan bêyî çapemenîd axuyanî da. RÊVEBERIYA AFAD’Ê ÇALAKÎ TEMAŞE KIR Li gor dîmen û wêneyên ji kampê bi dest ketin, ji bo şermezarkirina komkujiyê êzidiyên li kampê hatin cem hev. Jinên ciwan cilên reş li xwe kirin, tişortên spî ku wêneyên jinên devê wan hatî girtin û 74 li ser heyî li xwe kirin. Di heman demê de pankartên li ser “74 caran êzidî li ber çavê hemû cîhanê hatin qetilkirin kesî nedît. Maf, nasname û malê wan nîne” nivîsandî û wêneyên jinên ku ebayê reş li wan û li ser “28 $, 35 $, 40 $" û hwd. nivîsandî hatin hilgirtin. Dîsa pacên li ser 03.08.2014 û Şengal nîvîsîn li dor serê xwe pêçan. Tişta balkêş ew bû ku rêveberên AFAD’ê jî çalakiya şermezarkirinê temaşe kirin.